Hikûmeta Îranê derxistina kirêçiyan qedexe kir

21-06-2022
RÛDAW
Wêne: Bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê
Wêne: Bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê
Nîşan Îran Kirêçî Qedexe Urmiye Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê derxistina kirêçiyan bi zorê ji aliyê xwediyên xaniyan ve qedexe kir, ku ji ber rewşa aborî ya xirab nikarin kirêyekeke zêde bidin lewra ji malê dihatin derxistin.

Li gorî wê biryara hikûmeta Îranê, girêbesta xaniyan a di navbera kesên kirêçî û xwediyên xaniyan de bi awayekî otomatîkî tê nûkirin û kirêya xaniyan jî li bajarên mezin %25 û li bajarên din jî %20 tê zêdekirin.

Mercê derxistina kirêçî jî ev e ku divê xwedî milk îsbat bike ku pêwîstiya wî bi xaniyê xwe heye.

Xwediyên ofîsên kirîn û firotina xaniyan û kirêdanê dibêjin, biryarên hikûmetê di derbarê kirêçiyan de nayên cîbicîkirin.

Li gor amareke fermî ya hikûmeta Îranê, %30 ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di xaniyên kirê de dijîn.

Yek ji kesên şareza li ser karûbarên kirêdan û kirîn û firotina xaniyan û xwediyê ofîseke wî karî ye li bajarê Urmiyê dibêje, ji bo îsal ti sûdeke wê biryara hikûemtê bo kirêçiyan nîne.

Ismet Elîpûr, xwediyê ofîsa kirîn û firotina xanîberan li Urmiyê ji Rûdawê re got, biryara nû ya hikûmetê bo kirêya xaniyan di pratîkê de nayê cîbicîkirin, ji ber ku piraniya girêbestên xaniyan di destpêka Biharê û Newrozê de tên kirin û niha 3 meh di ser nûkirina wan girêbestan re derbas bûne.

Elîpûr herwiha got, xwediyên xaniyan dikarin qet behsa kirêya xaniyên xwe nekin û bi sedemên din kirêçiyan derxînin ku di biryara hikûmetê de amaje bi wê yekê nehatiye kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst