Hewlêr (Rûdaw) –Sererkanê Giştî yê Artêşa Îranê Ebdulrehîm Mûsevî li ser êrişa Amerîkayê ya li welatê xwe got,"Ew sûc û bêrêziya ku hatiye kirin dê bê bersiv nemîne."
Sererkanê Giştî yê Artêşa Îranê eşkere kir ku ew dê bi xurtî cezakirina Netanyahu bidomînin.
Ebdulrehîm Mûsevî ji televîzyona fermî ya re got, "Trump yasayên navneteweyî û serweriya welatê me bin pê kir, em jî dê li hember wê şaştiya Amerîkayê bersiveke bihêz bidin."
Amerîkayê bi balefirên B2, moşekên stargeh-hilweşîner (bunker buster) û Tomahawkê êrişî 3 baregehên atomî yên Îranê yên Netenz, Fordoyê Îsfehanê kiribû.
Îran vê êrişê wekî beşdariyeke rasterast a Amerîkayê di şer de dibîne.
Sererkanê Giştî yê Artêşa Îranê got, "Ew karê Trump ji bo rizgarkirina rejîma Siyonîst û ji ber bêhêvîtî û lawaziya Netanyahu bû. Ev şaşitiyeke mezin bû.
Li gel ku em bi xurtî li ser cezakirina Netanyahu berdewam in, em dê li hember vê şaştiya Amerîkayê û li gorî pêngava wê, pêngavên diyarker bavêjin."
Şerê Îran û Îsraîlê di 13ê vê mehê de dest pê kir, dema ku Îsraîlê di berbangê de bi mûşek û balefiran êrişî Îranê kir û hejmarek berpirsên serbazî û zanyarên atomî kuştin.
Îranê jî di bersivê de, ji wê demê ve rojane êrişî bajarên Îsraîlê dike.
Niha çav li ser wê yekê ne ku piştî êrişa Amerîkayê dê bersiva Îranê çi be.
Trump behsa wê yekê kiriye ku ew aştiyê dixwaze. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî eşkere kir ku ew bi Îranê re ne di şer de ne û wan bi tenê bernameya wê ya atomî tune kiriye.
Berpirsên Amerîkayê ji Reutersê re ragihandiye ku Amerîka metirsiyên êrişeke tolhildanê ya Îranê ya li ser hêzên xwe dinirxîne ku dibe ku ew êriş di rojek an du rojên bê de pêk were.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse