Îraq: Em dê ji bo vegerandina Îraqiyên li Kampa Holê li Cenevreyê konferansekê li dar bixin

03-06-2025
RÛDAW
Nîşan Seteven Fagin Qasim Erecî Amerîka Îraq Kampa Holê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî ragihand ku Îraq dê li Cenevreyê konferansekê ji bo vegerandina Îraqiyên li Kampa Holê li dar bixe.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî îro li Bexdayê berpirsê demkî yê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê Seteven Fagin pêşwazê kir.

Ofîsa Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêwendiyên dualî yên di navbera Bexda û Washingtonê de hatin nirxandin û ji bo bidestxistina ewlehî û aramiya herêm û cîhanê tekezî li girîngiya xurtkirina hevkariyê ya di navbera her du welatan de hat kirin.

Her di civînê de, behsa dawî rûdanên li qada herêmî û navneteweyî hat kirin û her du aliyan piştgiriya xwe ji bo aramiya Sûriyeyê diyar kir.

Qasim Erecî  tekez kir ku ji bo çareseriya nakokiyên herêmî û navneteweyî dîplomasî çareseriya herî baş e û amaje bi wê yekê jî kir ku Îraq piştgiriyê dide rêkeftina di navbera Îran û Amerîkayê de.

Li gorî daxuyaniyê Seteven Fagin pesna rola hikûmeta Îraqê da ku di çarserkirina qeyranên navxweyî û derve re da bi bandor e.

Erecî  dosyeya Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hikûmeta Îraqê dê meha Îlona bi armanca vegerandina malbatên Îraqî ji wê kampê konferansekê li Cenevreyê li dar bixe.

Her du aliyan tekez li ser çalakkirina peymana çarçoveya stratejîk ya di navbera Îraq û Amerîkayê de û piştgirîkirina hilberîna li Îraqê kir.

Di heman demê de her du aliyan tekez kir  kir ku operasyona "Îradeya Polayê" (El-Ezm El-Sulb) dê li gorî dema xwe ya hatiye diyarkirin bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst