Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Bexdayê got, “Ez ji bo karekî girîng hatime Bexdayê.
Li dijî DAIŞê bi hev re bûn girîng e û Fransa dê şerê li dijî terorê bidomîne.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên piştî civîna xwe ya li Bexdayê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Jean-Noel Barrot behsa rewşa herêmê ya bi giştî kir û got divê hemû alî pêbendî aştiyê bin û şerê li dijî terorê bidomînin.
Barrot derbarê aramiya Îraqê de Îran şermezar kir û got, “Bi her bihayî be jî divê asayîşa Îraqê were parastin çimkî ew ji bo herêmê hêzeke girîng e.”
Fuad Husên jî got, “Em di rewşeke hestiyar re derbas dibin, çi li Îraqê çi jî li herêmê.
Me bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re behsa hilbijartinên Îraqê kir ku niha aliyên siyasî mijûlî pêkanîna hikûmeta nû ne.”
Husên her wiha anî zimên ku Îraq piştgiriyê dide dan û standinên navbera Amerîka û Îranê û got, “Em dûrxistina agirê şer a ji herêma xwe wekî erkê xwe dibînin.”
Fuad Husên li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî got, “Me tekezî li ser rêkeftina HSD û hikûmeta Sûriyeyê û em dê şerê li dijî DAIŞê bidomînin.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re jî civiyabû.
Tê çaverêkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê îşev bigihe Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.
Biryar e Jean-Noel Barrot li Hewlêrê bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse