Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Iraqê berpirsekî pilebilind ê ewlekariyê yê Kurd ji kar dûrxist. Nûnerên Kurd hişyarî dan û ji Wezîrê Navxwe re beyannameyek şandin.
Bi biryara Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî, Cîgirê Rêveberê Polîsê parêzgeha Neynewayê Ewad Surçî ji kar dûrxist û Erebekî Sunne li şûna wî danî.
Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Parlamentoya Iraqê Dr. Macid Şingalî roja Yekşemê 11ê Berfanbara 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Li ser zexta hin nûnerên Erebên Sunne yên Neynewayê, Wezîrê Navxwe yê Iraqê Cîgirê Rêveberê Polîsê parêzgeha Neynewayê Ewad Surçî ji kar dûr xist û li şûna wî Erebekî Sunne yê bi navê Yûsif Ubeydî daniye ku ji xwe Fermandarê Polîsê Neynewayê Erebekî Sunne ye.”
Dr. Macid Şingalî got, “Wî postekî din ê bi navê alîkarê fermandeyê polîsê Neynewayê çêkiriye ji bo karûbarên polîs û ji bo wê Erebek destnîşan kiriye, bi vî awayî fermandar, cîgir û alîkarê fermandeyê polîsên Neynewayê hemû Ereb in.”
Dr. Macid Şingalî anî ziman, “Em wek nûnerên Kurd vê biryarê red dikin, em her 9 nûnerên Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê parêzgeha Neynewayê îro civiyan û me yadaştnameyek ji Wezîrê Navxwe re amade kir ku tê de em vê biryarê red dikin.”
Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) her wiha ragihand, “Ev eşkerebûn û hilbijartina me ya wekî pêkhate ye û bi her awayî para me ye. Eger wisa be, hevsengî nîne. Wezîrê Navxwe yê Iraqê li dijî prensîba hevpeymaniya ji bo birêvebirina dewletê dixebite.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse