Îraq: Me ji Fransa û Koreya Başûr sîstemên mûşek û radaran kirîne

19-05-2025
Nîşan Îraq Koreya Başûr Fransa Helîkopter Mûşek Radar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Îraqê ji Rûdawê re got, "Me ji Koreya Başûr û Fransayê sîstemên mûşek, radar û helîkopteran kirîne û em dê sîstema xwe ya parastina asmanî xurtir bikin."

Birêvebirê Ragihandinê yê Wezareta Parastinê ya Îraqê Lîwa Tehsîn Xefacî diyar kir ku hinek sîstem hatine ji wan re û got:

“Me ji Fransayê 14 helîkopterên cureyê Caracal kirîne û me bi Fransayê re ji bo kirîna hinek radarên parastina asmanî jî peyman çêkiriye ku beşek ji wan gihiştine destê me û beşa din jî dê sala bê bigihe destê me.”

Tehsîn Xefacî li ser peymana bi Koreya Başûr re jî ev agahî dan:

“Me bi Koreya Başûr re peymanek çêkiriye ji bo kirîna çend sîstemên mûşekan ku ev jî dê ji bo xurtkirina sîstema parastina welêt alîkariyeke baş be."

Di bernameya budceyê ya sala 2024an de 8 trîlyon û 633 milyar dînar wekî budceya Wezareta Parastinê hatiye diyarkirin.

“Armanc xurtkirina parastina asmanî ye”

Tehsîn Xefacî li ser armanca Îraqê ya ji kirîna van amûrên leşkerî got, "Armanca serokwezîr û wezareta me xurtkirina zêdetir a parastina asmanî ye.”

Wezareta Parastinê ya Îraqê 30ê Nîsana îsal ragihandibû, "Di çarçoveya peymana me ya bi Fransayê re, wekî beşa yekem du helîkopterên şer ên ji cureyê Caracal gihiştin Bexdayê."

Tehsîn Xefacî li ser dema hatina helîkopterên mayî jî biland:

"Li gorî wê peymana ku me bi Kompanyaya Airbusê ya Fransayê re çêkiriye, heta destpêka sala bê 14 helîkopterên şer ên ji cureyê Caracal dê bigihin Îraqê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst