Hewlêr (Rûdaw) - Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Îraqê Nermin Marufê diyar kir ku Wezîra Darayî ya Îraqê ji wan re ragihandiye ku heta li gorî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de petrol û dahatên din neyên radestkirin, ew dê meaşê meha gulanê neşîne.
Komîteya Darayî ya Parlamentoya Îraqê li ser çend mijarên darayî mazûvaniya Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samiyê kir.
Nermîn Marûf piştî civîndê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Endama Komîteya Darayî ya Parlamentoya Îraqê ragihand ku wan derbarê peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û dema şandina meaşê meha gulanê pirs ji Teyf Samiyê kirine.
Li gorî gotina Nermîn Marûfê Wezîra Darayî ya Îraqê tekezî li ser wê yekê kiriye ku li gorî peymana di navbera wan de, divê Herêma Kurdistanê dest bi hinartina petrolê bike û her wiha ji bo meha gulanê 120 milyar dînar dahat radest bike û piştre ew dê dest bi şandina meaşan bike.
Li gorî peymana Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina pirsa petrol û meaşan, divê Herêma Kurdistanê mehane 120 milyar dînar û rojane 230 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê bike û Wezareta Darayî ya Federal jî dest bi dayîna meaşan bike.
Beşek ji bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê ji ber êrişên dronan ên van demên dawî zerer dîtine.
Li gorî gotina Rêveberê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed ji ber êrişên wan 200 hezar bermîl hilberîna petrolê ji dest daye.
Nermîn Marufê di berdewamiyê jî de got, “Ne merc e ku ji roja yekem ve 230 hezar bermîl petrol were radestkirin, belkî wekî destpêk ev rêje dikare kêmtir be da ku ew bîrên ku şiyana wan a hinartinê heye dest bi kar bikin.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê, di meha tîrmehê de 20 êrişên dronan li Başûrê Kurdistanê hatine kirin.
Her wiha 7 êriş li bîr û qadên petrolê bûn.
Nermîn Marûf amaje bi wê yekê jî kir ku çar komîte dê şopandinê ji bo dahata ku ji petrolê nayê hilberîn bikin û rêjeya petrolê û pêwîstiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê yên sotemeniyê û her wiha zerên êrişên dronan ên li ser bîrên petrolê diyar bikin û divê heta dawiya mehê rapora xwe pêşkêşî Bexdayê bikin.
Li gorî gotina parlamentera Kurd dê her du hikûmet beşdarî komîteyê bibin û 22yê Tîrmehê civîna xwe ya yekem li dar bixin.
Ev 80 roj in karmendên Herêma Kurdistanê meaşên xwe wernegirtine.Teyf Samiyê 28ê Gulanê gotibû: “Wezaret nikare şandina pereyan ji bo Herêma Kurdistanê bidomîne, ji ber ku para wê ya ji sedî 12,67an a di yasaya budceya federal de hatiye diyarkirin, derbas kiriye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse