Besra - Bilêtên balafiran li bazara reş bûne 500 dolar

21-06-2025
RÛDAW
Dîmenê xelkê li Balafirgeha Bexdayê
Dîmenê xelkê li Balafirgeha Bexdayê
Nîşan Balafirgeha Besrayê Îraq Şerê Îran û Îsraîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şerê Îran û Îsraîlê û girtina balafirgehan bûne sedem ku bi hezaran rêwî li parêzha Besrayê asê bimînin.

Li bazara reş bihayê bilêtan gihîştiye 500 dolarî.

Piştî girtina hejmarek balafirgehan Îraqê ji ber şerê navbera Îran û Îsraîlê û aloziyên ewlehiyê yên li herêmê, Balafirxaneya Navneteweyî ya Besrayê bûye yekane deriyê asmanî yê vekirî yê Îraq û Herêma Kurdistanê.

Ev yek bûye sedem ku bi hezaran rêwî li balafirgehan asê bimînin û di heman demê de bihayê bilêtên balafiran jî li bazara reş bi awayekî berçav bilind bibe.

Xwendekara Libnanî Aya Ebu Hemdan ku li zanîngeheke Îsfehanê dixwîne, diyar kir ku ew ji ber metirsiya êrişên muhtemel ên Îsraîlê yên li ser Îranê, ji bo vegera welatê xwe ji Îranê derketiye lê belê ev çend roj in li Balafirgehan Besrayê asê maye.

Aya Ebu Hemdan ji Rûdawê re axivî û got, "Min hemû kelûpelên xwe li Îranê hiştin. Min tenê çenteyek bi xwe re anî. Em gelek westiyan û ev çar roj in em li vir in. Niha em li benda balafira xwe ne da ku em karibin vegerin Libnanê."

Bilêt ketine bazara reş

Ji ber qerebalixiyê li Balafirgehan Besrayê peydakirina bilêtan gelekî zehmet bûye.

Her çiqas ofîsên fermî yên Kompanyaya Hêlên Asmanî ya Îraqê tekez dike ku ti guhertinek di bihayan de çênebûye lê li bazara reş bilêt bi qasî 500 dolarî ji bihayê xwe yê fermî zêdetir têne firotin.

Rêwiyê Îraqî Wîsam Qureyşî ku ji Bexdayê hatiye Besrayê, bi hêrs axivî û got:

"Bilêt nînin, wan ofîs girtine. Sîstem tenê nîv saetê vedibe û di cih de tijî dibe. Karên lezgîn ên xelkê hene, nexweşên wan hene. Tenê 'Business Class' maye lê ez nikarim wê jî bikirim ji ber ku bavê min nexweş e. Eger ez li vir bimînim, dibe ku di nava çend rojan de jiyana xwe ji dest bide."

Ev qeyran ne tenê bandorê li Îraqiyan dike lê belê li kesên ku ji derveyî navçeyê hatine jî dike. Xwendekarekî din ê Libnanî, Alî Mihemed diyar kir ku ew û hevalên xwe ev 3 roj in li balafirgehan li bendê ne ku seferê bikin.

Mihemed got, "Bihayê bilêtê ji 150 dolarî derketiye 300-400 dolarî. Em 15 kes in û me hîna bilêt peyda nekiriye."

Li ser vê qerebalixiyê, berpirsên Balafirgeha Besrayê ji Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Îraqê xwest geştên wan bên zêdekirin.

"Balafirgeh êdî nikare vê qerebalixiyê rake"

Serokê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Encûmena Parêzgeha Besrayê, Eqîl Ferecî, di daxuyaniyekê de got, "Hejmara balafirên heyî nikare vî barê zêde yê rêwiyan rake.

Her wiha, ji ber qeyrana ewlehiyê ya li herêmê, kompanyayên balafirvaniyê jî bi hişyarî tevdigerin. Ev yek jî qeyranê kûrtir dike."

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bidest xistine, Balafirgeha Besrayê di rojên dawî de qerebalixiyeke ku ji kapasîteya wê gelek zêdetir e, tê de çêbûye.

Wisa ku roja Înê, 21ê Hezîranê, tenê di rojekê de 21 geştên asmanî hatine kirin.

Ji ber qerebalixiya zêde, sîstema komputerê ya balafirgehê gelek caran têk diçe û rêwiyan û karmendan dixe rewşeke zehmettir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst