Muqteda Sedr: Bila balyozxaneya Amerîkayê were girtin

27-10-2023
Nîşan Muqteda Sedr Balyozxaneya Amerîkayê Îsraîl Xeze Bang
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedrê got, “Bila balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê were girtin.”

Rêberê Tevgera Sedrê Muqteda Sedr, bi rêya hesabê xwe yê Xê bangî Parlomantoya Îraqê kir.

“Bi hemû pêkhateyên xwe deng bidin”

Muqteda Sedr, di banga xwe de bal kişand ser helwesta Amerîkayê ya li beramberî êrişên Îsraîlê û got:

“Ev cara ewil e ku ez bangî hikûmet û Parlamentoya Îraqê dikim: Ji ber ku Amerîka li hemberî Xezeyê piştgiriyeke bêsînor dide terorîstên Siyonîst, bi hemû pêkhateyên xwe deng bidin da ku balyozxaneya Amerîkayê were girtin”

Muqteda Sedr, di peyama xwe de da zanîn ku “Ji bo ewlehiya Îraqê, divê dîplomatên balyozxaneya Amerîkayê werin parastin.”

Rêberê Tevgera Sedrê herwiha ameje pê kir, “Divê ew milîsên nêtxerab ên ku dixwazin aramiya Îraqê xera bikin êrişî wan dîplomatan nekin.”

“Em li benda bersivê ne”

Sedr destnîşan kir ku ew li hêviya bersiva hikûmet û parlamentoyê ne û got, “Heke bersivê nedin daxwaza me, em dê helwesteke din nîşan bidin.”

Muqteda Sedr, destnîşan kir ku divê hemû alî piştgiriyê dibin banga wî û “yekdeng” bin.

Şerê Hemas û Îsraîlê

Şerê Hemas û Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşinê ve didome.

Heta niha herî kêm 7 hezar Filistînî, hezar û 400 Îsraîliyan canê xwe ji dest daye.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê, gelek caran êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst