Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê Dr Letîf Reşîd û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser çareserkirina pirsgirêkên aborî yên Hewlêr û Bexdayê axivîn.
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê civiyan.
Di civînê de, tekezî li ser dîtina çareseriyeke bingehîn di çarçoveya destûr û yasayê de ji bo pabendiyên darayî yên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de hate kirin.
Civîn di demekê de ye ku roja 28ê Gulana 2025an, Wezîra Darayî yê Îraqê Teyf Samî namey ji bo Wezareta Darayî ya Îraqê şandibû û agahdar kiribû ku êdî nikarin di şandina pereyê meaşên Herêma Kurdistanê berdewam bin, ji ber ku para xwe ya diyarkirî di bûdceyê de derbas kiriye.
Ofîsa Serokkomariya Îraqê li ser naveroka civînê got:
"Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyeke bingehîn hate kirin di çarçoveya destûr û yasayê de derbarê pabendiyên darayî yên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li gorî wê yekê ku di destûr û yasaya bûdceyê û biryara Dadgeha Federalî de hatiye qebûlkirin."
Li aliyê din, îro 43 partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Pîrmamê ji bo gotûbêjkirina biryara Wezareta Darayî ya Îraqê civiyan.
Partiyên Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku divê li gorî destûr û biryara Dadgeha Federalî pêwîst e Bexda pabendî erk û îltîzamên xwe be.
Li gorî Serokkomariya Îraqê di hevdîtinê de, rewşa giştî ya welat di asta niştimanî de, pêşhatên siyasî û aborî û çawaniya cîbicîkirina bernameyên hikûmetê hatin nirxandin.
Her wiha girîngiya pesendkirina yasaya neft û gazê jî hate dubarekirin.
Di civînê de behsa amadekariyan ji bo encamdana hilbijartinên paşerojê yên Parlamentoya Îraqê jî hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse