Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegerên Kurd Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî li Şama paytexta Sûriyeyê "winda" bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Li gorî Tora Rojnamegerên Kurd ên Sûriyeyê, dema rojnameger Ekrem Salih û wêngirê wî Cûdî Hec Elî bûyerên li Taxa Sehnayeyê ya Şamê dişopandin “winda” bûne û heta vêga çarenivîsa wan ne diyar e.
Tora Rojnamegerên Kurd ên Sûriyeyê ji wezaretên Ragihandin û Karên Navxwe yên Sûriyeyê û aliyên pêwendîdar xwest ku ji bo dîtina her du rojnamegeran zû kar were kirin.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî li ser windabûna her du rojnamegeran daxuyaniyek da.
SOHRê ji Wezîrê Karên Navxwe û Wezîrê Ragihandinê xwest ku cihê wan eşkere bikin û ew serbest bên berdan.
#VÎDEO - 2 rojnamegerên #Kurd li Şamê winda bûne pic.twitter.com/ybAlBBI8UB
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 1, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse