Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyeyê axivîn

04-07-2025
RÛDAW
Nîşan Eshed Şeybanî Marco Rubio Amerîka Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyeyê derbarê rakirina cezayên li ser Sûriyeyê axivîn.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê li ser pêwendiya Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Tammy Bruceyê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re gotiye:

“Em dê çavekî li polênkirina lîsteya terorê ya taybet bi Sûriyeyê bigerînin.”

Tammy Bruceyê her wiha anî ziman:

“Rubio tekezî li ser tundkirin û hiştina cezayên li ser Beşar Esed û hevkarên wî kiriye.”

Bruceyê destnîşan kir ku Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyeyê her wiha li ser teror, Îran û pêwendiya di navbera Sûriye û Îsraîlê de axivîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst