HRW: Pêvajoya nû ya Sûriyeyê bi tundî û binpêkirinan derbas bû

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Binpêkirin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya nû de ragihand ku pêvajoya veguhastinê ya li Sûriyeyê bi tundî û binpêkirinên mafên mirovan derbas bûye.

Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) rapora xwe ya salane weşand.

Li gorî raporê, piştî ku Kanûna Pêşîn a 2024an komên çekdar ên bi pêşengiya Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) hatin ser desthilatê, pêvajoya veguhastinê bi binpêkirinên giran ên mafên mirovan û pêlên nû yên tundiyê şekil girtiye.

Adara 2025an hikûmeta veguhêz a bi serokatiya Ehmed Şer hat damezirandin û danezaneke destûrî weşand ku desthilateke berfireh dide birêvebiriyê.

HRWyê diyar kir ku vê rêziknameyê kontrola li ser dadwerî û yasadanînê zêde kiriye û mekanîzmayên kontrola demokratîk lawaz kirine.

Di raporê de hat gotin, “Serdema veguhastinê bi kuştinên li ser bingeha nasnameyê hat mohrkirin.

Bi taybetî di Adar û Tîrmeha 2025an de ji aliyê hêzên hikûmetê û hevalbendên wan ve li dijî Elewî û Durziyan komkujî hatin kirin û vê yekê metirsiya rûdana bûyerên nû yên tundiyê zêde kir.”

1400 kes hatin kuştin

HRWyê destnîşan kir ku di Adar û Tîrmeha 2025an de li Laziqiye, Tertûs, Hema û Siwêdayê di êrişên li dijî sivîlên Elewî û Durzî de herî kêm hezar û 400 kes hatine kuştin, gelek gund hatine şewitandin û gorên bikom derketine holê.

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) gihişte wê encamê ku eger heye ev êriş bibin tawanên şer.

Li gorî HRWyê, ev binpêkirin di dema operasyonên leşkerî de pêk hatine ku ji aliyê Wezareta Parastinê ve bi awayekî navendî dihatin koordînekirin.

Her çi qasî hikûmeta veguhêz soza lêpirsînê dabe jî derbarê rola rayedarên payebilind ên leşkerî û sivîl de şefafiyet nehatiye misogerkirin.

Binpêkirinên giran li Rojavayê Kurdistanê

Di raporê de hat tomarkirin ku li bakur binpêkirinên wekî desteserkirina keyfî, miameleya xerab û talankirina sivîlan didomin û hinek fermandarên berpirsyar di "artêşa nû ya Sûriyeyê" de hatine wezîfedarkirin.

HRWyê di rapora xwe de cih da bûyereke dilêş a li Kobaniyê û ragihand:

“16ê Adarê li başûrê Kobaniyê di êrişa dronekê ya li ser çewlîgekê de 7 zarokên Kurd, xwişka wan a 18 salî û dayîk û bavê wan canê xwe ji dest da.”

Di raporê de hat gotin ku artêşa Tirkiyeyê kontrola xwe ya li ser herêmên berfireh ên “bakurê Sûriyeyê” didomîne û van agahiyan cih girt:

“Her wiha dayîna mûçeyan ji bo hinek fraksiyonên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO) didomîne ku êdî tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bûne.”

Operasyonên Îsraîlê yên li Golanê

HRWyê ragihand ku Îsraîl piştî Kanûna Pêşîn a 2024an ketiye herêma di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî ya li derdora Golanê deû xalên nû yên leşkerî ava kirine.

Îsraîlê bi koçberkirina bi zorê, hilweşandina malan û êrişên asmanî sivîl kirine armanc.

Li gorî ACLEDa ku saziya serbixwe ya şopandina pevçûnan e, Îsraîlê di navbera Kanûna Pêşîn a 2024an û Îlona 2025an de li Sûriyeyê 277 êrişên asmanî li dijî jêrxana leşkerî pêk anîne.

Bi milyonan kes hewcedarî alîkariyê ne

Li gorî raporê, sala 2025an ji sedî 90ê zêdetirê Sûriyeyiyan di bin sînorê xizaniyê de jiyane û 16,5 milyon kes hewcedarî alîkariya lezgîn bûne.

Şerê ku zêdetirî 12 salan ajot jêrxana bingehîn wêran kir û kêmbûna sotemeniyê û zêdebûna bihayê xwarinê krîz girantir kir.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) sala 2025an siza rakirin lê alîkariya mirovî û başbûna aborî sînordar ma.

Penaber û koçber

Li gorî HRWyê, her çi qasî piştî ketina desthilata Esed nêzîkî 581 hezar kes vegeriyabin welêt jî hîn zêdetirî 4,5 milyon Sûriyeyî li derveyî welêt in û zêdetirî 7 milyon kesan jî li nav welêt koçber in.

Berdewamiya dersînorkirinên ji aliyê Amerîka, Tirkiye û Libnanê ve paşeroja penaberan nezelal dike.

HRWyê destnîşan kir ku aştiya mayînde li Sûriyeyê tenê bi mekanîzmayên berfireh ên hesabdayînê, beşdariya mexdûran a di pêvajoyê de û lêpirsîna tawanên hemû aktorên çekdar pêkan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst