Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê fermandarekî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê yê bi navê El Farûq Ebû Bekir ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, dema ku fermandar di otomobîla xwe de bûye, du kesên nenas ên li ser motorsîkletekê gule li wî reşandin û ew di cih de hat kuştin.
Hat zanîn ku fermandarê kuştî cîgirê Lîwaya Mutesim a ser bi Feyleqa Sêyem ve bû û ji berî du salan ve di navbera wî û fermandarê lîwayê de nakokî hebûn.
Li herêmên di bin kontrola Artêşa Niştimanî de rewşa ewlehiyê xerab e û gelek caran bûyerên kuştin û êrişan rû didin. Ev yek jî di nava xelkê de bûye sedema nîgeraniyeke mezin.
Beşdarî dagirkirina Efrînê bûye
Li aliyê din, hate zanîn ku El Farûq Ebû Bekir bi Tirkiyeyê re beşdarî dagirkirina Efrînê jî bûye.
Li gorî zanyariyan, Ebû Bekir par hewl daye li dijî serkirdayetiya Lîwaya Muetesim darbeyê bike û ji ber vê yekê nakokiyên mezin derketine.
Hat eşkerekirin ku ew nakokî bi taybetî piştî kuştina Ebû Hazimê birayê fermandarê lîwayê Ebas, kûrtir bûne.
Tevî ku 8 meh di ser avakirina hikûmeta veguhêz a li Şamê re derbas bûne jî, wê hîn nekariye desthilata xwe li gundewarê bakur û bakurrojavayê Helebê bi cih bike.
Ew herêm hîn jî di bin kontrola komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse