Li Ceble zerardîtiyên erdhejê daxwaza stargehan dikin

19-02-2023
Loloxan
Hinek malbatên din jî dibêjin, tevî ku xaniyên wan ziyan dîtine, lê ji ber nebûna ti cihekî vehewandinê, ew neçarin li nav malên xwe bijîn
Hinek malbatên din jî dibêjin, tevî ku xaniyên wan ziyan dîtine, lê ji ber nebûna ti cihekî vehewandinê, ew neçarin li nav malên xwe bijîn
Nîşan Erdheja Mereşê Ceble Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdheja 6 Sibatê ziyaneke zêde gihande bajarê Ceblê yê parêzgeha Laziqiyê li rojavayê Sûriyê, xelkê wî bajarê di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de newêrin vegerin nav malên xwe. Xelkê li derveyî xaniyê xwe çadir vedane û li hêviya hikûmetê ne ku ji wan re cihekî peyda bike.

Zerardîtiyên erdheja 6ê Sibata 2023an ji ber ku xaniyên wan zerar dîtine newêrin cereke din vegerin li nav wan bijîn.

Malbateke zerardîtî li derveyî xanî çadirek vedane,  bi hêviya hikûmet wan li nav stargehekê bicîh bike.

Rizgarbûyê erdhejê Mûsa Şêxo dibêje: “Em li nav vê çadirê rûniştîne ji ber xaniyê me zerar dîtiye. Me hewl da biçin nav stargehan, lê daxwaza belgeyan kirin, gelo bi rastî xaniyê me zerar dîtiye? Li ser daxwaza desthilatê em çûn şaredariyê, lê heta niha jî şaredarî nehatiye zerarên xanî binirxîne, lewra em li nav çadirê yan li nav otombîlê radizên.”

Beşekî zerardîtiyên erdhejê dibêjin, wan her tişt li nav malên xwe ji dest dane, herwiha tevî xaniyên wan ji bo nîştecîhbûnê bi kêr nayên û itargeh jî wan qebûl nakin, ew neçar in li nav wan xaniyan bimînin.

Rizgarbûya erdhejê Meryem Xelîl jî got: “Ez ji hevjînê xwe re dibêjim em li vir ranazên. Ez dixwazim li qata yekem bimînim, qata yekem ewletir e. Divê em li xaniyekî bijîn ku qatek li ser me nebe. Bi Xwedê dema xanî hejiya xwîn di me de nema û qidûmên me şikestin.”

Li gor Berevaniya Sivîl ser bi hikûmeta Sûriyê, ji ber erdheja 6ê Sibatê zêdeyî 50 avahî li bajarê Ceble û derdorê bi temamî herifîne, herwiha 50 avahiyên din di bazneya herfiandinê de ne, di demekê de 4-5 hezar zerardîtiyên erdhejê jî li nav stargehan hatine bicîhkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst