Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku li bajarê Siwêdayê şer û pevçûn rawestiyane û çekdarên eşîran ji bajêr vekişiyane.
Hêzên Durziyan û eşîrên Ereban li parêzgeha Siwêdayê şerê hev dikir û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê jî alîkariya eşîrên Ereban kiribû.
Daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê di demekê de hat ku Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn, hejmara kuştiyên şer gihiştiye 940 kesî.
Tevî agirbesta ku hatiye ragihandin, rewşa mirovî ya li herêmê gelekî nebaş e û bûye sedema bertekên berfireh ên navneteweyî.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba li ser Telegramê ragihand:
“Piştî hewlên berdewam ên Wezareta Karên Navxwe yên ji bo bicihanîna rêkeftina agirbestê û piştî bicihkirina hêzên xwe li herêmên bakur û rojavayê parêzgeha Siwêdayê, navenda parêzgehê ji hemû çekdarên eşîran hat valakirin û şer û pevçûnên li nava taxên bajêr hatin rawestandin.”
Şer 13ê Tîrmehê di navbera Durziyan û eşîrên Bedewî yên Ereban de dest pê kiribû.
Ev şer û pevçûn gelekî bilez berfireh bû û Hikûmeta Sûriyeyê, Îsraîl û komên din ên çekdar ên ji herêmên din ên Sûriyeyê tevlî şer bûn.
Çekdarên eşîrên Ereban ji deverên cuda yên Sûriyeyê ji bo piştgiriya Bedewiyên Siwêdayê berê xwe da bajêr.
SOHRê amarên qurbaniyan belav kirin û ragihand ku ji 940 kuştiyan, 326 jê çekdarên Durzî û 262 jî welatiyên sivîl ên Durzî bûne ku 165 ji wan bi awayekî neyasayî hatine kuştin.
Her wiha, 312 karmendên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û 21 Erebên Bedewî hatine kuştin ku 3 ji wan sivîl bûne û “ji aliyê çekdarên Durzî ve hatine kuştin”.
Ji bilî van, 15 leşkerên Hikûmeta Sûriyeyê di encama bombebaranên Îsraîlê de hatine kuştin.
Hewlên dîplomatîk û bertekên navneteweyî
Agirbest piştî rêkeftineke ku bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Îsraîlê de hat kirin, pêk hat.
Armanc ew bû ku rê li ber destwerdanên zêdetir ên leşkerî yên Îsraîlê were girtin ku berê çend caran hêzên hikûmetê li Siwêda û Şamê kiribû armanc.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji rayedarên Şamê xwest ku “rê li ber ketina DAIŞê û cîhadiyên tundrew ên din ên nava herêmê û pêkanîna komkujiyê bigirin”.
Rubio tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka bi awayekî berdewam li ser pêşhatan bi Îsraîl, Urdin û Sûriyeyê re di nava pêwendiyê de ye.
Yekîtiya Ewropayê bi kêfxweşî pêşwazî li rêkeftina agirbestê kir û ragihand ku ew “ji ber şerê mezhebî şok bûye”.
Fransayê jî ji hemû aliyan xwest ku “bi tundî pêbendî agirbestê bin”.
Îsraîlê gumana xwe derbarê sozên Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ên ji bo parastina kêmîneyan anî ziman.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di parvekirineke xwe de nivîsî, “Li Sûriyeya Şer de, bûyîna di kêmîneyên wekî Kurd, Durzî, Elewî yan jî Xirîstiyan de gelekî metirsîdar e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse