Li Stenbolê 1ê Gulanê: Taksîm ji polîs û geştyaran re ma

01-05-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Meydana Taksîmê/Wêne: Rûdaw
Meydana Taksîmê/Wêne: Rûdaw
Nîşan 1ê Gulanê Meydana Taksîmê Polîs Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya li Saraçhaneyê kom bûn.

Ji ber ku destûr nehate dayîn da ku karker xwe bigihînin Meydana Taksîmê aloziyeke zêde derket.

Polîsan bi ava rondikrêj û guleyên plastîk karker belav kirin.

Herwiha li seranserî Stenbolê tedbîrên ewlehiyê di asta herî bilind de hatin wergirtin.

Seferên otobus û metroyan rawestiyan, xelk û geştyar neçar man bi meş biçin ser kar û gerê.

Lê polîsan li 4 navçeyan nehîşt kesek bi ti deran de here.

Zêdetirî 200 kesan hatin desteserkirin û kesî jî nikarî xwe bigihîne Taksîmê.

Rê û cadeyên Stenbolê hatin girtin

Rê û cadeyên li 5 navçeyên Stenbolê çûnûhatina her cor wesayîtan bi temamî hate rawestandin û xelkê nikarî xwe bigihîne kargeh û malên xwe.

Ji ber ku pîrozkirina 1ê Gulanê ya li Meydana Taksîmê hatibû qedexekirin û sendîka û partiyan jî biryar bû herin Taksîmê, li bajêr ji ber tedbîrên ewlehiyê jiyan rawestiya.

Tevî hemû rêgiriyan jî bi hezaran kes li Meydana Saraçhaneyê kom bûn.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel bangî desthilatê kir ku pabendî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bibe û rê veke lê kesî nikarî xwe bigihîne Taksîmê.

“Eger Taksîm îro ne azad be dê sibe azad bibe”

Serok Giştî yê CHPyê Ozgûr Ozel got:

“Eger Taksîm îro ne azad be ew dê sibe azad bibe.

Dawiya dawî Taksîm a kedê û ya kedkaran e.

Em bi tevahiya rêxistinên xwe li pişt daxwaza azadkirina Taksîmê ne. Wekî CHPyê em li pêş in.

Ew polîsên ku her yek ji wan bav, ewlat û karkerek e bila helwesta welatiyan a îro li hemberî xwe wekî helwesteke şexsî nebînin û rê vekin."

“Gaz, ava rondikrêj û guleyên plastîk hatin bikaranîn”

Li ser banga CHP, DEM Partî, komele, sendîka û nêzî 10 partiyên din ên siyasî û xelkê ku li Saraçhaneyê kom bûn hewl da bi meş herin Teksîmê.

Lê deriyên kembera dîrokî ya Stenbolê bi TOMA û panzeran, pêşiya wan jî bi hêzeke qewî ya polîsan hatibû girtin.

Di navbera karker û polîsan de aloziya ku derket nêzîkî 2 seatan berdewam kir.

Gaz, ava rondikrêj û guleyên plastîk hatin bikaranîn û xelk bi dehfdanê ji qadê hat dûrxistin.

Karkeran nikarî gazinc û daxwazên xwe li Taksîmê bînin ziman.

“Em dixwazin ku hemû ziman û ol wekhev bin”

Karker Mehmet Dîrî hêviyên xwe wiha anîn ziman:

“Em jiyaneke wisa dixwazin ku her kes karibe raya xwe bîne ziman û bi dilê xwe bijî. Em cîhaneke wisa dixwazin.

Em felsefeyeke wisa dixwazin ku hemû ziman, hemû ol wekhev bin û ti kes li hemberî yê din xirabiyekê neke.”

“Em hatine ku em bibêjin em jî hene”

Malnişîn Emîne Denkremê got, “Em paş de gav navêjin.

Em dê xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin û mafên xwe bistînin.

Ji ber wê jî 1ê Gulanê ji bo me gelekî girîng e û em dê berdewam dengê xwe bilind bikin.

Em hatine ku em bibêjin em jî hene.”

“Taksîm a kedê ye û divê ji her kesî re vekirî be”

Parêzer Kerem Kermet wiha axivî, “1ê Gulanê cejna kedê ye.

Em jî ji bo parastina heqê her kesî û karkeran li vir in.

Ew cejn e û cejna kedê ye û mafê her kesî ye ku li vir be.

Taksîm a kedê ye û divê ji her kesî re vekirî be.”

Taksîm ji polîs û geştyaran re ma

Li hêla din di çalakiyan de zêdetirî 200 kesan hatin desteserkirin.

Li derdora Meydana Taksîmê û Cadeya Îstiklalê jî aramî hebû.

Ji ber ku hemû kuçe û kolan tevî meydan û cadeyê bi bendên hesinî hatibûn pêçan, qad ji polîs û hin geştyaran re ma.

Geştyarên ku îro hatine Stenbolê jî korîpoşman bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst