Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik li ser karvedanên zıyareta Serok Mesûd Barzanî ya Cizîrê de axivî û diyar kir ku Herêma Kurdistanê xwedî statuyeke fermî ye û cîhan wê nas dike.
Sakik diyar kir ku bi awayekî sosret li bertekên hikûmet û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê temaşe dikin.
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Agiriyê Sirri Sakik, li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser nîqaşên ziyareta Serok Mesûd Barzanî ya ji bo navçeya Cizîra Botan axivî.
Sakik diyar kir ku dema mijar dibe Kurd hemû alî dibin yek û tevî ku li Başûrê Kurdistanê bi dehan qereqolên Tirkiyeyê hene û balyozê wan bi al û tîmên taybet dikare bigere, nerazîbûna li dijî Pêşmergeyan ne rast e.
"Hûn qiyametê radikin"
Sirri Sakik di axaftina xwe de wiha got, “Çend roj in Kurd bi sosretî li nîqaşên we temaşe dikin.
Li ser 2 Pêşmergeyên ku Alaya Kurdistanê li ser milê wan bû, ku hemû cîhan û Tirkiye bi fermî nas dike, hûn hemû hatin cem hev û we qiyamet rakir.
Li Başûrê Kurdistanê bi dehan qereqolên Tirkiyeyê hene. Li wê derê kontrola nasnameyan tê kirin û kontroleke bihêz heye.
Balyozê Tirkiyeyê li wê derê, ne bi hêzên ewlehiyê yên herêmê lê bi hêzên ewlehiyê yên ji Tirkiyeyê, bi tîmên taybet û çekên lûledirêj digere. Qet tiştek jî nabe.
Ma qey mafê serweriyê yê vî welatî heye lê mafê serweriyê yê xelkê din nîne? Hûn her pratîka serdest û bindestan pêk tînin. Em van tiştan red dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse