Hewlêr (Rûdaw) - 11 fezlekeyên nû ji bo rakirina parêzbendiya 6 parlamenteran pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê hatin kirin.
Di nav wan parlamenteran de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî hene.
Serokkomariya Tirkiyeyê, ji bilî Bakirhan û Ozel derbarê Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Cemal Engînyurt, Parlamenterê CHPyê yê Îzmîrê Ahmet Tuncay Ozkan, Parlamenterê TÎPê yê Stenbolê Ahmet Şik û Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Dîlokê Mehmet Mustafa Gunban fezleke şandine.
Li gorî agahiyan, 4 fezleke ji bo Ozgur Ozel, 2 ji bo Cemal Engînyurt û 2 jî ji bo Ahmet Şik hatine amadekirin.
Ji bo parlamenterên din jî her yekî fezlekeyek heye.
Dosye ji Komîsyona Hevbeş a Destûr û Dadê ya Parlamentoyê re hatin şandin.
Koma CHPyê jî ji bo wergirtina fezlekeyên derbarê Ozel serî li komîsyonê da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse