Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Birêvebir a Navendî a DEM Partiyê, bi rojeva hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re dest bi civînê kir.
Lijneya Birêvebir a Navendî (MYK) ya DEM Partiyê îro li Navenda Giştî ya partiyê dicive.
Di civînê de rojeva sereke hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re ye.
Civînê di bin serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan de îro demjimêr 10:30î li Navenda Giştî dest pê kir.
Di civînê de li gel rûdanên dawî yên siyasî, pêngavên têkildarî pêvajoya nû jî tên gotûbêjkirin.
Hevdîtina Îmraliyê û Komîsyonê
Yek ji mijarên herî girîng ên rojeva civînê, hevdîtina ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê doh bi Abdullah Ocalan re pêk aniye ye.
MYK dê hûrgilî û peyamên vê hevdîtinê binirxîne.
Budce û pakêta darazê
Ji bilî mijarên siyasî, amadehiyên parlamentoyê jî tên nîqaşkirin wekî dan û standinên budceya sala 2026an û pakêta 11emîn a darazê ya ku tê payîn were pêşkeşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse