Saziyên Elewiyan li Hatayê civiyan: ‘Em qirkirinê qebûl nakin’

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Elewî Sûriye Xwenîşandan Hatay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziyên Elewiyan, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî li ber Deriyê Sînorî yê Yayladagiyê yê Hatayê civiyan û ji bo piştgiriya Elewiyên Sûriyeyê xwenîşandanek li dar xist.

Beşdarên ku ji gelek bajarên cuda tevlî xwenîşandanê bûn, li dijî êrişên li ser Elewiyên li Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî hikûmeta Şamê da û daxuyaniyek da çapemeniyê.

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat di çalakiyê de axivî û got:

"Ev hişmendiya ku Elewiyan qetil dike, îro wekî lehengên demokrasiyê tê pêşkêşkirin.

Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin.

Ew hişmendiya ku hezar û 400 sal berê serê Hezretî Huseyîn jê kirine û li Mizgefta Emewî nîşan daye niha li kêleka me careke din serî hildaye."

Bangî hikûmetê û civaka navneteweyî kirin

Çalakvanan bi yekdengî bangî hikûmeta Tirkiyeyê û civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên li ser Elewiyan bêdeng nemînin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Her wiha daxwaz kirin ku deriyên sînorî ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Elewiyan bên vekirin.

Parlamentera CHPyê Muzeyyen Şevkîn jî wiha axivî:

"Kuştina mirov, zarok û jinên bêguneh nayê qebûlkirin.

Em bala hemû rayedar û raya giştî ya cîhanê dikişînin ser vê derê.

Neteweyên Yekbûyî hûn li benda çi ye?

Derdora 70 hezar mirovî li Xezeyê canê xwe ji dest da kesî tiştek nekir.

Niha heman qirkirin li Sûriyeyê tê kirin û em dibêjin êdî bes e."

"Hûn jî şirîkê vê komkujiyê ne"

Serokê Federasyona Elewî Bektaşiyan Mustafa Arslan jî bertek nîşanî hikûmeta Tirkiyeyê da û got:

"Li Sûriyeyê hovîtiyek heye. Me got ew kujerên ku we Sûriye radestî wan kiriye, dê her kesê ku wekî wan nefikire wekî dijmin bibîne.

Em bangî vê hikûmetê dikin; yên ku we li ser vê axê xwedî kirine, pê gihandine û perwerde kirine îro li Sûriyeyê canên me dikujin.

Hûn jî şirîkê vê komkujiyê ne."

Êrişên li dijî Elewiyên Sûriyeyê bi taybetî piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a 8ê Kanûna 2024an li parêzgehên Laziqiye, Tertûs û Himsê dest pê kir.

Li gorî Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji wê demê ve derdora hezar û 400 Elewî li Sûriyeyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst