VÎDEO - Li merasîma Onder êrişî Ozgur Ozel hat kirin

04-05-2025
Dema êrişa li Ozgur Ozel /Wêne: Torên Civakî
Dema êrişa li Ozgur Ozel /Wêne: Torên Civakî
Nîşan Ozgur Ozel Êriş Merasîm Sirri Sureyya Onder
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema merasîma cenaze ya Sirri Sureyya Onder êrişî Ozgur Ozel hat kirin.

Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Ataturkê tê bibîranîn.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî tev li merasîmê bû.

Dema Ozgur Ozel ji merasîmê derdikeve kesek nêzîkî dibe û şeqamekê li ser û çavê wî dixe.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.

Ji bo Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Stenbolê (AKM) merasîmek hat li darxistin.

Gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar û kesayetiyên navdar beşdarî merasîmê bûn.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî beşdarî merasimê bû.

Ozgur Ozel, beriya merasimê ji rojnamegeran re axivî û got, "Îro rojeke xemgîn e. Em hem ji malbata wî û hem jî ji malbata DEM Partiyê re sersaxiyê dixwazin.

Me navekî pir girîng di demeke ku pir pêwîst bû, di demeke ku pêwîstiya hemûyan pê hebû de winda kir."

Ozel diyar kir ku ew û Sırrı Sureyya Onder bi salan di Parlamentoyê de bi hev re kar kirine û got:

"Heta îro me ti bîranîneke xerab kom nekirine. Ji bo me hemûyan cûda cûda ken, bişir û bîranînên ku hestên pir xweş di dilê me de ava dikin hiştin.

Xwedê rehma xwe lê bike, bila di nava ronahiyê de razê. Em dê pir bêriya wî bikin."

Ozel, wiha pê de çû, "Ji vir û pê ve, hem bi bîranînên xweş ên ku wî hiştine em dê wî bi bîr bînin, hem jî aştiya ku wî bi dilsozî li Tirkiyeyê parast, em dê bi hev re biparêzin û piştî vê di Tirkiyeyê de divê em bi hev re sibeyên ku kes lê nagirî, her kes lê dikene ava bikin."

Dema ji merasîmê derket rastî êrişê hat

Dema ku Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ji merasîmê derdiket kesekî bi kulm êrişî wî kir.

Li gorî şahidan, êrişkarê ku hîn nasname nehatiye zanîn gotiye, "Ez neviyê Osmaniyan in" û şeqameke dijwar li ser û çavê Ozel xistiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst