Erdogan telefonî Serokê CHPyê kir: Rastî êrişê hatibû

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Sirri Sureyya Onder Recep Tayyîp Erdogan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan telefonî Serokê CHPyê Ozgur Ozel kir ku di merasîma  bîranînê ya Sirri Sureyya Onder de rastî êrişa kesekî hatibû.

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, 3yê Gulana 2025an li Stenbolê li nexweşxaneya ku 18 roj bûn lê çareserî didît koça dawî kir.

Ji bo xatirxwestin û bîranîna Onder li Navenda Çandê ya Ataturk a li Stenbolê merasîmek hat sazkirin û Serokê CHPyê Ozgûr Ozel jî beşdarî merasîmê bû.

Lê dema Ozel ji merasîmê derdiket kesêkê êrişî wî kir û mistek li rûyê wî da.

Karvedanên êrişa li dijî Serokê CHPyê berdewam in.

Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun di daxuyaniyekê de ragihand ku  Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di peywendiyeke telefonî de li gel Ozgur Ozel axivî û ji ber êrişa hêviya silametiyê jê re xwestiye.

Li gorî, daxuyaniyê Erdogan êrişa li dijî Ozgur Ozel şermezar kiriye û tekez kiriye ji bo ku bûyer ji hemû aliyan vê bê eşkere kirin ew dê pêvajoyê ji nêzîk ve bişopîne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku êrîşkar kesek bi navê Selçuk Tengioglu ye û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst