Ozgur Ozel: Ev êriş li dijî siyasetê hatiye kirin

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel derbarê êrişa li wî hatiye kirin got, “Ez vê êrişê weki êrişeke li ser saziya siyasetê dibînim.”

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, 3yê Gulana 2025an li Stenbolê li nexweşxaneya ku 18 roj bûn lê çareserî didît koça dawî kir.

Ji bo xatirxwestin û bîranîna Onder li Navenda Çandê ya Ataturk a li Stenbolê merasîmek hat lidarxistin û Serokê CHPyê Ozgûr Ozel jî beşdarî merasîmê bû.

Lê dema Ozel ji merasîmê derdiket kesêkî êrişî wî kir û kulmek li rûyê wî da.

Ozgur Ozel derbarê êrişa ku li wî hatiye kirin axivî û diyar kir ku êriş li dijî saziya hatiye kirin.

Ozel got ku li pey wê bûyerê kîjan alî derkevin bila derkevin ew dê siyaseta sivîl biparêzin.

Serokê CHPyê ragihand ku êriş amaje bi wê yekê kir ku di merasîma cenezayê Onder de çêbûye ku wî hemû temenê xwe ji bo "nehiştina terorê" daye û got:

"Kesên ku ji vê yekê aciz û xwestine peyamekê bidin me tiştek kirine. Divê em bi awayekî hevgirtî bisekinin.

Telefona ku Birêz Serokkomar kiriye xwedî girîng e. Siyaset bi gotinê tê kirin, em dê bi gotinê berdewam bikin.

"Her kes vê êrişê şermezar dike û ez jî şermezar dikim.

Ez vê êrişê wekî êrîşeke li ser saziya siyasetê dibînim. Ji niha pê ve endamê vê partiyê ye an endamê wê partiyê ye, li pey vê bûyerê çi derkeve bila derkeve, em neçar in siyaseta sivîl biparêzin, tundiyê red bikin, biaxivin û bi hev re bixebitin.

Lê em vê bêjin ti sûda dijberbûn û lihevserobûnê ji bo kesê nîne.

Min beriya sal û nîvekê jî ev tişt digotin û min duh li Konyayê jî ev tişt gotin.

Ti şikestineke min li hemberî ti kesê nîne. Em karê xwe dikin. Eger em ji gef û êrişan tirsiyaban me mirin nedida ber çavê xwe û serokatiya giştî ya partiya ku Komar ava kiriye nedixwest."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst