Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di peyama xwe ya cejnê de got, "Pêdiviya me ji her demê bêtir bi hêza aştîxwaz û vejandinê ya cejnan heye."
Hevserokê DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo Cejna Qurbanê (Gorî) peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Peyama Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan wiha ye:
"Cejn ji bo parvekirina êşan, mezinkirina hêviyê û xurtkirina hevgirtin û biratiyê demên pir hêja ne.
Welatê me di serdemeke dijwar re derbas dibe. Ji ber vê yekê pêdiviya me ji her demê bêtir bi hêza aştîxwaz û vejandinê ya cejnan heye.
Ev rojên taybet tînin bîra me ku jiyana bi hev re, aştiya civakî û siberojeke demokratîk mimkun e.
Em xeyala welatekî dikin ku nasname, bawerî û zimanên cuda bi awayekî azad û wekhev bi hev re bijîn.
Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî, Ermenî û Asûrî… Em têkoşîna xwe ji bo komareke piralî û demokratîk didomînin ku hemû gelên van axan xwedî mafên wekhev bin û kes ji ber bawerî, ziman an nasnameya xwe zilm û zextê nebîne.
Bi vê bawerî û hêviyê, em Cejna Qurbanê ya 86 milyon welatiyên xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn ji bo me hemûyan aştî, azadî û wekheviyê bîne."
Eş Genel Başkanlarımız Tülay Hatimoğulları ve Tuncer Bakırhan'ın Kurmancî, Kirmanckî, Arapça ve Türkçe Kurban Bayramı mesajları: https://t.co/vOueGrFCfy pic.twitter.com/vkPkHi29rq
— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) June 5, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse