Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê berê yê Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ê ku hefteyên borî ji Girtîgeha Marmarayê ya Sîlîvriyê hatibû berdan, bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.
Ozerê ku piştî girtinê ji kar hatibû dûrxistin got, "Ez jî wekî zanyar û siyasetmedarekî ku salên xwe dane aştî û demokrasiyê û li ser pirsgirêka Kurdan xebitiye, di vê mijarê de her berpirsyariya dikeve ser milê min, ez dê bi cih bînim. Em dê teqez komarê bigihînin aştî û demokrasiyê."
Ahmet Ozer li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û diyar kir ku îro ew bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re hatiye ba hev.
Ozer wiha got:
"Îro em bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Birêz Tulay Hatîmogullari û Birêz Tuncer Bakirhan re hatin ba hev.
Me qonaxa ku Tirkiye di mijara aştî û demokrasiyê de gihiştiyê gotûbêj kir û me li ser pêvajoya piştî vê dan û standina fikran kir.
Ez jî wekî zanyar û siyasetmedarekî ku salên xwe daye aştî û demokrasiyê û li ser pirsgirêka Kurdan xebitiye, di vê mijarê de her berpirsyariya dikeve ser milê min, ez dê bi cih bînim û tiştê pêwîst bikim. Em dê teqez komarê bigihînin aştî û demokrasiyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse