Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwendekar û mamoste îro dest bi sala nû ya perwerde û xwendîn ya 2025-2026an kir.
Sala perwerde û xwendînê ya 2025-2026an, li saziyên seretayî û navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê îro dest pê kir.
Nêzîkî 18 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamoste, li 74 hezar û 538 dibistanan û 761 hezar û 416 polan dest bi serdemeke nû kir.
Dersa yekem li ser "Welatê Kesk" e
Hefteya yekem a sala nû ya perwerdeyê, bi mijara "Parastina Welatê Kesk a li dijî Şewata Daristanan" dê bi çalakiyên hişyariyê derbas bibe.
Di vê çarçoveyê de, ji bo ku hezkirina ji xwezayê di dilê xwendekaran de were çandin û li dijî şewata daristanan hişyarî were dayîn, dê seranserê salê çalakiyên wekî çandina şitlan û paqijkirina daristanan bên lidarxistin.
Di çarçoveya "Protokola Bêhna ji Kokan ber bi Paşerojê ve" ya ku bi Wezareta Çandinî û Daristanan re hatiye îmzekirin de dê roja yekem a dibistanê kurtefîlmek bi navê "Her Zarokek Şitlek e" were nîşandan û li hemû xwendekarên dibistana seretayî şitil bên belavkirin.
Pirtûk belaş in
Wezareta Perwedeyê ji bo sala perwerdeyê ya 2025-2026an zêdetirî 184 milyon pirtûkên dersê belaş gihandin xwendekaran.
Her wiha, ji bo pêkanîna pêdiviyên fîzîkî yên dibistanan 70 hezar personelên nû hatin wergirtin.
Bi vî awayî, hejmara giştî ya xizmetkarên li dibistanan gihişt 123 hezaran.
Salnameya betlaneyan diyar bû
Salnameya betlaneyan a sala nû ya perwerdeyê jî diyar bû.
Betlaneya navberê ya dema yekem dê di navbera 10-14ê Çiriya Paşîn de be.
Betlaneya nîvê salê jî dê di navbera 19-30ê Çileyê de be.
Serdema duyem dê 2yê Sibata 2026an dest pê bike û betlaneya navberê ya duyem jî dê di navbera 16-20ê Adarê de be.
26ê Hezîrana 2026an jî dê deriyên dibistan bên girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse