Ramazan Bûrsa: Tirkiye her ku diçe bêtir neçarî Rûsyayê dibe

09-01-2020
Rawîn Stêrk
Nîşan Tirkiye Rûsya
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Projeya projeya Turkish Stream bi beşdariya serokên Rûsya û Tirkiyê bi fermî hat vekirin, pisporê Pêwendiyên Navdewletî, Ramazan Bûrsa jî dibêje, her ku diçe Tirkiye zêdetir neçarî Rûsyayê dibe û tekez dike: “Tirkiye him di warê pîşesaziya bergiriyê de him jî di warê enerjiyê de her ku diçe bêhtir neçarî Rûsyayê dibe.”

Bi beşdariya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja Çarşemê projeya Turkish Stream a bo veguhastina gaza xwezayî ya Rûsyayê bo Ewropayê di rêya Tirkiyê re, hat vekirin.

Turkish Stream ku xeteke boriyan ya 930 kîlometre ye û tê payîn salane 15.75 milyar metre gaza Rûsyayê veguhêze Ewropayê.

Li gorî hin pisporan Tirkiye êdî bi temamî di sengera Awrasyayê de cîh digire û di warê enerjiyê de jî angajeyî Rûsyayê dibe. Ew jî tê wê wateyê ku  di gelek mijaran de helwesta Tirkiyê girêdayî helwesta Rûsyayê dibe.

Serokê Kafkassamê, Hasan Oktay  behsa pêwendiya navbera Tirkiye û Rûsyayê û hevahengiya herdu welatan bi hev re di gelek mijaran de, kir û ragihand, Enqere û Moskow di nakokî û aloziyên navbera Amerîka û Îranê de jî xwedî rol in û dikarin navbeynkariyê bikin.

Hasan Oktay ji Rûdawê re got: “Ji ber ku ew seredan piştî kuştina Qasim Silêmanî pêk tê bala her kesî bi ser xwe ve dikêşe. Li cîhanê her 24 seat gelekî bi lez derbas dibe, bi taybetî di pêwendiyên Tirkiyê û Rûsyayê de pêşveçûneke gelekî mezin heye. Her çiqasî di gelek mijaran de nêrîna herdû welatan cihê be jî, hemahengiya di navbera herdu serokan de dike ku herdu welat di mijarên girîng de yekdeng bibin. Tirk û Rûs bi hev re di mijara Îran û Amerîkayê de navbeynkariyeke girîng li xwe digirin. Tu welatên din jî nikarin rolekî wiha li xwe bigirin.”

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî, Ramazan Bûrsa jî dibêje, her ku diçe Tirkiye neçarî Rûsyayê dibe û tekez dike: “Tirkiye him di warê pîşesaziya bergiriyê de him jî di warê enerjiyê de her ku diçe bêhtir neçarî Rûsyayê dibe. Ew cihê gumanê ye. Li aliyê din bi van peymanan Tirikye êdî bêhtir di sengera Awrasyayê de cîh digire. Teraziya hêzên gerdûnî ji nû ve tê sazkirin û hemû welat gefê  li hevdu dikin. Divê Tirikye ne tenê li kêleka hêzekê, lê belê bi hemû hêzan re di pêwendiyên baş de be. Rola navbeynkariyê bo Tirikye ya herî bi xêr e. Divê rêya vê yekê bibîne.”

Projeya ku him Tirk û him jî Rûs qîmeteke bêhempa didinê bi bûdceyeke mezin ango bi  11,4 milyar euro tê çêkirin.

Lê belê Amerîka ji projeyê nerazî ye û ji bo vê projeyê bang li welatên ewropî dike, daku beşdarî projeyê nebin û gazê ji Rûsyayê nekirin, ji ber ku ew proje di dahatûyê de dibe kertikeke jeostratejîk û gelek teraziyan serobin dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst