Girtiya nexweş Bessî Ecera 78 salî nayê berdan

09-10-2025
RÛDAW
Nîşan Bessî Ecer Girtîgeha Jinan a Tarsûsê Alî Bozan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya nexweş a 78 salî Bessî Ecer ji beşa lênêrîna giran hat derxistin û hêzên ewlehiyê ew careke din bir girtîgehê.

Bessî Ecer li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tê ragirtin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan li ber girtîgehê derbarê rewşa tenduristiya Bessî Ecerê daxuyanî da û xwest ku ew were berdan.

Alî Bozan daxuyaniya xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir û got wî Bessî Ecer ziyaret kir.

Alî Bozan diyar kir ku nexweşiyên Bessî Ecerê gelek in û wiha got:

"Em vê bê edebî û bê wijdaniya ku li hemberî dayîka me Bessî Ecera 78 salî tê kirin qebûl nakin!

Ev ne edalet e, ev ne hiqûq e!

Navê wê yekê ku hûn Dayîka me Bessiyê ya ku 9 rojan di lênêrîna giran de ma û divê tedawiya wê bidome û nikare ti pêdiviyên xwe bi cih bîne, ji nexweşxaneyê tînin girtîgehê, bê wijdanî ye.

10 roj in em hewl didin ku tedawiya wê ya li nexweşxaneyê bidome…

Bi rojan e me mijûl dikin. Min niha serdana wê kir. Ew di rewşekê de ye ku nikare bimeşe, wan ew bi kursiya bi teker ji bo hevdîtinê aniye.

 “Nexweşiyên wê gelek in”

Dayîka me Bessî nû ji beşa lênêrîna giran derket. Gelek nexweşiyên wê hene:

  • Anemiya giran
  • Tûmora di mîzdankê de
  • Felca qismî
  • Di mejî de xwînxitimandin
  • Di hestiyên piştê de şikestin
  • Di malzarokê de kîst
  • Fitiqa piştê
  • Şekir, tansiyon, kolestrol

Ger zererek bigihîje neynûka Dayîka me Bessiyê, berpirs Wezareta Dadê, Serokê Dadgeha Cezayê Giran a Amedê yê ku 10 roj in daxwaznameya parêzer dide sekinandin û Birêvebiriya Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ya ku 4 roj in wê sewqa nexweşxaneyê nake ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst