Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Birevebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku di erdheja bi hêza 6,1 pileyan a li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê de, ji bin kavilên avahiyeke rûxiyayî 4 kes bi saxî hatine derxistin.
AFADê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji ber erdheja saet 19:53an li navçeya Sindirgiyê çêbûye, avahiyek rûxiyaye.
Di daxuyaniya destpêkê de hatibû ragihandin ku ji bin kavilan 4 kes bi saxî hatine derxistin û xebatên rizgarkirina kesekî din berdewam dikin.
20 paşhejîn hatin tomarkirin, 24 agahiyên xisarê gihiştin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî erdhejê li herêmê 15 paşhejînên di navbera 0-3,0 pileyan de û 5 paşhejînên di navbera 4,0-5,0 pileyan de, bi giştî 20 paşhejîn hatine tomarkirin.
Her wiha hat gotin ku 319 personel û 79 wesayît beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.
Hat ragihandin ku navendên rêveberiya karesatan li herêmê di bin serokatiya parêzgaran de civiyane û heta niha 24 agahiyên xisarê gihiştine Navendên Banga Lezgîn a 112yan.
Xebatên şopandin û tespîtkirina xisarê didomin.
Kesekî canê xwe ji dest da
Li aliyê din Serokê Rêxistina Balikesîrê yê CHPyê Erdem Koybaşi agahiya dawî parve kir û got, “Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiya rûxiyayî bi dawî bûn. 4 kes bi saxî hatin derxistin, kesekî jî canê xwe ji dest da.”
Hat zanîn ku di avahiyê de bi giştî 6 kes dijiya, di dema erdhejê de kesek li derve bûye û 5 kesên din di bin kavilan de mane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse