Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku balafireke wan a leşkerî ya kargoyê ya bi tîpa C130 li Gurcistanê ketiye xwarê.
Wezaretê da zanîn ku balafir ji Azerbaycanê diçû Tirkiyeyê û li Gurcistanê ketiye xwarê.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin:
Wezareta Parastinê derbarê mijarê de ev daxuyanî da:
"Balafireke me ya kargoyê ya leşkerî ya cureya C130 ku ji Azerbeycanê ji bo were welatê me rabûbû, li Gurcistanê ketiye xwarê.
Bi hevahengiya bi rayedarên Gurcistanê re dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin."
"20 personelên me tê de bûn"
Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
"(Li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê) Di balafira me ya ku ketiye de, ligel ekîba firînê 20 personelên me hebûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî derbarê mijarê axivî.
Erdogan ev tişt anîn zimên:
"Îro me bi xemgîniyeke kûr agahiya ketina balafira me ya leşkerî ya cureya C130 ku ji Azerbeycanê dihat welatê me, li ser sînorê Gurcistan-Azerbeycanê wergirt.
Xebatên me yên ji bo gihîştina enqazê bi hevahengiya bi rayedarên wî welatî re berdewam dikin.
Înşalah em dê ji vê qezayê bi awayê herî baş derkevin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse