Dadgehê biryara berdana Ahmet Ozer da

11-11-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Ozer Esenyurt Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 1emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derbarê Şaredarê Navçeya Esenyurtê Ahmet Ozer de biryara berdanê da.

Şaredarê Esenyurtê yê CHPê Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn a 2024an di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajaran” de ya CHP û DEM Partiyê hatibû girtin.

Ozer di Tîrmeha 2025an de di lêpirsîna “Lihevkirina Bajaran” de hatbû berdan, lê vê carê ji ber “Rêxistina Tawanê ya Aziz Îhsan Aktaş” bi hinceta “gendelî” û “sextekariyê” hatibû girtin.

1emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê îro biryara azadkirina Ahmet Ozer da.

Ahmet Ozer li Girtîgeha Marmarayê ya Stenbolê girtî ye û piştî biryara dadgehê tê çaverêkirin di demjimêrên pêş de were berdan.

Ozer bi şertên kontrola edlî hat berdan û dê yekemîn rûniştina doza wî di navbera 27ê Kanûna Paşîn û 20ê Sibata 2026an de bêkirin.

Di îdianemeyê de ji Ozer re ji 3 heta 9 salan cezaya girtgîheê tê xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst