Enqere (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li dijî zêdekirina budceya leşkerî û krîza aborî, bi dirûşma "Nan, Aştî, Azadî" meşek li dar xist.
Li Parlamentoya Tirkiyeyê nîqaşên li ser budceya sala 2026an didomin.
Meşa DEM Partiyê ji bajarên Tekîrdag, Êlih, Hatay û Aydinê dest pê kir û li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi dawî bû.
Xala sereke ya nerazîbûna DEM Partiyê zêdekirina budceya leşkerî ye.
Hikûmet plan dike ku sala 2026an ji bo "Parastin û Asayîşa Navxweyî" 2 trilyon û 155 milyar lîreyan (nêzîkî 49 milyar dolar) veqetîne. Ev rêje li gorî sala 2025an ji sedî 34 hatiye zêdekirin.
Parlak: Bila ev pere ji bo xelkê bê xerckirin
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak bal kişand ser nakokiya di navbera gotinên li ser "pêvajoya çareseriyê" û zêdekirina budceya şer de.
Vezîr Parlak her wiha got, "Îro behsa çareserkirina Pirsgirêka Kurdan bi rêyên demokratîk û pêvajoyeke aştiyê tê kirin.
Dema ku niyeta çareseriyê hebe û di heman demê de qeyraneke aborî ya ew qasî mezin jî hebe, divê ev budce ji bo polîtîkayên ewlehiyê neyê xerckirin.
Pêwîst e ev pere ji bo berjewendiyên xelkê Tirkiye û Kurdistanê bê dabînkirin."
Welatî çi dibêjin?
Beşdarên meşê û alîgirên DEM Partiyê jî gilî û gazincên xwe yên derbarê aborî û bêkariyê de anîn zimên.
Xanenişîn Ahmed Kanat got, "Daxwaza me heq û ked e. Em nikarin heqê xwe bistînin. Em bêkes in, gelê Kurd bêkes e."
Henîfa Erdena ku beşdarî meşê bûye jî got, "Em ji bo aştiyê, ji bo berdana girtiyan, ji bo nanê xwe û ji bo xanenişînan dimeşin."
Welatiya bi navê Dilşah Karayê jî diyar kir ku ew heqê keda xwe dixwazin û got, "Bila keda me û ya we jî badîhewa neçe."
Welatiyê bi navê Şeyhmûs ê ji Êlihê jî behsa bêkariyê kir û got, "Ez bêkar im û li kar digerim. Li Êlihê kar peyda nabe. Ji ber zarokên xwe ez naxwazim biçim bajarên rojava lê li Êlihê jî kar tune."
Pêşniyara mûçeya herî kêm: 46 hezar lîre
Li aliyê din, DEM Partiyê pêşniyara xwe ya ji bo mûçeya herî kêm jî eşkere kir.
DEM Partiyê xwest ku mûçeya herî kêm bibe 46 hezar lîre.
Ev mûçe niha 22 hezar û 104 lîre ye (bi awayê net 17 hezar û 2 lîre ye) û tê pêşbînîkirin ku hikûmet bike 27 yan 28 hezar lîre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse