Gava nû ya komîsyonê: Dayik û saziyên mafên mirovan tên guhdarîkirin

15-08-2025
RÛDAW
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Komîsyona Çareseriyê Dayokên Şemiyê Dayikên Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê di civînên xwe yên vê hefteyê de guh bide Dayikên Amed,Dayikên Şemiyê û gelek saziyên civaka sivîl.

Komîsyona ku piştî şewitandina çekan hatibû avakirin, dê di 19ê Tebaxê û 20ê Tebaxê li Eywana Merasîmê ya Parlamentoyê bicive.

Di rûniştina yekem a 19ê Tebaxê de dê Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş pêşkeşiyekê bike.

Piştre jî dê nûnerên komeleyên malbatên leşker, polîs û xaziyan bên guhdarîkirin. Di rûniştina duyemîn a heman rojê de jî dê Dayikên Amedê bên guhdarîkirin.

Di civîna 20ê mehê jî de dê Dayikên Aştî û Dayikên Şemiyê bên guhdarîkirin.

Di rûniştina duyem de jî dê nûnerên Weqfa Alîkariya Mirovî, Maf û Azadiyan (ÎHH), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hevgirtinê ya ji bo Mafên Mirovan û Mezlûman (MAZLUMDER) û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî bên guhdarîkirin.

Tê payîn ku komîsyon ji bo wergirtina nêrînên cuda, guhdarîkirina kes û saziyên din jî bidomîne.

Di civîna sêyemîn a komîsyonê de ku hefteya borî hatibû lidarxistin, ji bo ku hejmara endaman bibe 51, biryar hatibû dayîn CHP, AK Partî û DEM Partî endamên nû bidin komîsyonê.

Di vê çarçoveyê de Parlamenterê AK Partiyê yê Denîzliyê Cahît Ozkan, Parlamenterê CHPyê yê Enqereyê Umut Akdogan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat wekî endamên nû tevlî komîsyonê bûbûn.

Endamên hemû partiyan li hev kiribûn ku guh bidin saziyên sivîl, Dayikên Aştî, Dayikên Amed û Dayikên Şemiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst