Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser têkiliyên Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê yên li Konferansa Munîhê û got, "Divê maseya dîplomasiyê ne tenê li Munihê, divê li Enqereyê jî were danîn."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê di çarçoveya "Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk" de beşdarî civîna gel a li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bû.
Hatîmogullariyê li wir derbarê rojevê daxuyaniyên girîng dan û pêvajoya Îmraliyê, geşedanên li Rojavayê Kurdistanê, Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê û xebatên komîsyona li Parlamentoyê nirxand.
Hatîmogullariyê got, "Heyeta me ya Îmraliyê li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinekê pêk anî. Di vê hevdîtinê de dê şêwirên curbicur û nirxandinên hatin werin kirin. Em piştrast in ku dê peyamên pir girîng ên Birêz Ocalan derbarê pêvajoyê de hebin. Em dê agahiyan bi raya giştî re parve bikin."
"Divê maseya li Munîhê li Enqereyê jî were danîn"
Hatîmogullariyê di axaftina xwe de behsa Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê jî kir û hevdîtina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê ya bi serkirdeyên cîhanê re wekî "serkeftineke mezin a dîplomasiyê" pênase kir.
Hatîmogullariyê wiha got:
"Li Konferansa Munîhê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi gelek serkirdeyên cîhanê re civiyan.
Em dixwazin ev wêneyê li Munîhê li Tirkiyeyê jî were dîtin. Divê maseya dîplomasiyê tenê li Munihê neyê danîn.
Divê maseyeke dîplomasiyê ya ku Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê jî tê de ye teqez li Enqereyê were danîn.
Em hêvî dikin ku ji xeletiyên derbarê Sûriyeyê de hatine kirin vegerin, divê heman xeletî ji bo Îraqê, Mexmûr û Şingalê neyên kirin."
Rojavayê Kurdistanê û Peymana 30yê Kanûna Paşîn
Hatîmogullariyê behsa rexneyên derbarê Rojavayê Kurdistanê û Peymana 30yê Kanûna Paşîn kir û diyar kir ku ew şîroveyên wekî "Paradîgma îflas kiriye" qebûl nakin.
Hatîmogullariyê got, "Peymana 30yê Kanûna Paşîn ji bo Rojava ku di bin êrişan de ye gaveke pratîk a pir girîng e.
Ez ji kesên ku nêzîkatiyeke zêde rexnegir li hemberî Rojava nîşan didin re pêşniyar dikim ku li konferansa Munîhê binêrin.
Di konferansa ku 120 welat beşdar bûn de yê ku rojeva sereke diyar kir gelê Kurd û birêvebiriya Rojava bû."
"Divê raporta komîsyonê ji paranteza 'terorê' derkeve"
Hatîmogullariyê bendewariyên xwe yên derbarê raporta Komîsyona ku xebatên wê li parlamentoyê didomin de jî anî zimên û got ku divê rapor ji gotina "terorê" were paqijkirin.
Hatîmogullariyê diyar kir ku divê yasaya ku derkeve berfireh be û wiha dewam kir:
"Raporta komîsyonê dê her tiştî bi cih de çareser neke lê ji bo gavên şênber ên bên avêtin dîrokî ye.
Me dît ku di şiklê raporê yê ku di çapemeniyê de belav bûye de têgeha terorê pir hatiye bikaranîn.
Pirsgirêka Kurdan ne pirsgirêka terorê ye, pirsgirêkeke sosyolojîk û siyasî ye. Yasaya ku derkeve divê bikaribe bersivê bide rewşa zarokên girtiyan, girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin."
"Mafê Hêviyê xwedî girîngiyeke jiyanî ye"
Hatîmogullariyê tekez kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê "Mafê Hêviyê" were naskirin û got:
"Mafê hêviyê di serî de ji bo Birêz Abdullah Ocalan û gelek girtiyan mafekî girîng e û divê bibe yasa.
Ji bo serkeftina pêvajoyê li Tirkiyeyê divê em ne tenê bi gotinê, bi kiryaran jî rûyê xwe bidin Îmraliyê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse