Hewlêr (Rûdaw) - Şofêrê taksiyê Sercan Tanriverdî yê ku Malbata Bocek a li Stenbolê bi gumana bijehrîketina jiyana xwe ji dest dabû, biribû nexweşxaneyê ji Rûdawê re axivî.
Sercan Tanriverdî diyar kir ku wî malbat ji nêzîkî otela wan siwar kiriye û dema ku ew li otomobîlê siwar bûne rewşa wan gelekî xirab bûye.
Şofêr Tanriverdî da zanîn ku li seranserê rê dê, bav û her du zarokan bi berdewamî vereşiyane û got, "Ew bi tavhî hemû malbat nexweşxaneyê vereşiyan."
Tanriverdî ragihand ku malbatê jê re gotiye, şeva berê wan kumpîr xwariye û paşê jî ji midyefiroşekî li ser rê midye xwariye.
Şofêrê taksiyê got, "Ew vegeriyane otelê lê heta sibehê nikarîbûne razên. Dilrabûn, vereşîn û bêhaliya wan bi berdewamî zêde bûye."
Sercan Tanriverdî anî zimên ku piştî bihîstina bûyerê ew şok bûye û got ku dîmenên malbatê yên di kameraya taksiyê de hene lê ev dîmen tenê bi biryara dozgeriyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dikarin bên dîtin.
Tanriverdî got, "Dîmen hene lê em bi xwe jî nikarin wan dîmenan bibînin. Tenê kesên ku bikarin destûrê ji dozgerî û şaredariyê wergirin ew dikarin li dîmenan binêrin.”
"Wan got, 'Bi lezgînî me bibe nexweşxaneya herî nêzîk'"
Sercan Tanriverdî li ser hûrgiliyên bûyerê jî wiha got:
"Ez bi rastî ji bo malbatê gelekî xemgîn im, ez şok bûm. Bi taybetî keçik gelekî vereşiya.
Hema bêje xwîn vereşiya. Bûyer 12ê Çiriya Paşîn derdora saet 11:20an qewimî.
Ez di nav trafîkê de bûm. Malbatê ji nişka ve xwe avêt ber otomobîla min. Wan got, 'Bi lezgînî me bibe nexweşxaneya herî nêzîk.’
Min ew birin Nexweşxaneya Bezmialemê. Li seranserê rêyê heta nexweşxaneyê di poşetê de vereşiyan.
Ez gihiştim hewşa nexweşxaneyê, her çar deriyên min bi carekê vebûn. Ew dîsa li hewşa nexweşxaneyê jî vereşiyan.
Wan bi lez û bez heqê taksiyê da û bazda hundirê nexweşxaneyê.
Wan bi tenê got ku wan bi şevê kumpir xwariye û paşê jî li ser rê li midyefiroşekî midye xwariye.
Piştî wê ew vegeriyane otelê û heta sibehê nekarîne razên."
Malbata Bocek ji Almanyayê ji bo geştyariyê hatibûn Stenbolê û li Ortakoyê mîdye, kokoreç, tantûnî û nanê bi sucix xwaribûn û bijehrî ketibûn.
Zarokên malbatê Kadîr Muhammedê 6 salî û Masal a 3 salî ji ber bijehrîketinê miribûn.
Dayîka zarokan Çîgdem Bicek jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Rewşa bavê zarokan ê bi navê Servet Bocek jî gelekî giran e û li nexwexaneyê tê dermankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse