Devlet Bahçelî: Aştî ne teyrê bi yek baskî ye

17-05-2025
RÛDAW
Nîşan Devlet Bahçelî Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya tê birêvebirin de got ku aştî ne teyrê bi yek baskî ye û ne hewce ye li ser hin mijaran bêwext nîqaş bê kirin.

Parlamentera DEM Partî û Berdevkea HDKyê Meral Daniş Beştaş doh beşdarî bernameyeke medyaya Tirkiyeyê bû û li ser pêvajoya biryara PKKyê ya xwefesixkirin û bidawîkirina şerê çekdarî axivî.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî ji bo heman bernameyê peyamek şand.

Peyama Bahçelî bi rêya Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Îsmaîl Ozdemîr hat dayîn.

Bahçelî di peyama xwe de got:

“Aştî ne teyrê bi yek baskî ye. Yek bask banga Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê ye û biryara xwefesixkirinê ye.

Duyemîn, eivê em wekî millet bi hevre her du baskan bînin ba hev. Ji bo em bi sebir li benda aşitiyê bin û bigihêjin armanca xwe ya Tirkiyeya bêteror, ne hewce ye ku em li ser hin mijaran bêwext nîqaş bikin."

Meral Daniş Beştaşê di bernameyê de amaje bi wê yekê da ku divê zimanê aştiyê bê bikaranîn û pêvajo ji provokasyonan re vekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst