Numan Kurtulmuş ji Dayîkên Şemiyê re got: Êşa me hevbeş e

20-08-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Pêvajoyê Civîn Numan Kurtulmuş Dayîkên Şemiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li civîna Komîsyonê ji Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê re got, “Êşên ku hatine jiyîn êşên hevbeş ên me hemûyan in.”

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro civîna xwe ya 5emîn bi serokatiya Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê li dar xist ku Dayîkên Aştiyê û Dayîkên Şemiyê jî beşdarî civînê bûn.

Numan Kurtulmuş di destpêka civînê de got ku ew dê di beşa yekem de guh bidin Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê.

"Nabe em êşan bixin nava pêşbirkê"

Kurtulmuş behsa zerer û ziyanên şerê 40 salên dawî kir û wiha axivî:

"Êşên ku Tirkiyeyê di vê pêvajoya ku zêdetirî 40 sal e didomî de jiyane, di rastiyê de êşên hevbeş ên me hemûyan in.

Bi nerîna min nabe em xwedî helwêsteke wiha bin ku van êşan bixin nava pêşbirkê û yek ji wan bixin pêşiya ya din."

“Hinel alî hewl didin pêvajoyê jehrî bikin"

Kurtulmuş amaje bi wê yekê kir ku hin alî hene ku dixwazin pêvajoyê jehrî bikin û bi awayekî neyekser behsa wan îdiayên Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Yuksel Arslan kir ku li ser medyaya civakî pêşkêşî raya giştî kiribûn.

Kurtulmuş hişyarî da û got:

“Hin alî hewl didin pêvajoyê jehrî bikin. Pêşkêşkirina hin mijarên ku di vê komîsyonê de qet nehatine axaftin, provokatoriyeke eşkere ye.

Divê em li hemberî van provokasyonan baldar bin.”

“Armanc ew e ku ev milet careke din êşên ku jiyaye nejî”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê armanca komîsyonê jî wiha anî ziman:

“Armanca me ji van hemû civînan ew e ku em nîqaşên berê dubare nekin.

Armanca me ew e ku ev milet careke din êşên ku jiyaye nejî û di nava aştî û demokrasiyê de ber bi paşerojê ve biçe.

Ji bo vê jî ev komîsyon hemû berpirsiyariyên dikevin ser milê xwe bi cih tîne.”

Numan Kurtulmuş bi bîr anî ku komîsyon ji 51 kesan û nûnertiya 11 partiyên siyasî pêk tê û tekez kir ku ew bi biryardarî xebatên xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst