Hewlêr (Rûdaw) - Di dosyayeke din de biryara girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hat dayîn.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereya paytexta Tirkiyê, derbarê ‘bûyerên Kobanî’ yên 6-8ê Cotmeha 2014an lêpirsîn derbarê hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de vekiribû, di çarçova wê lêpirsînê de, Demîrtaş û Yuksekdag îro ji zîndanên ku tê de girtî ne, bi rêya sîstema vîdyoyê îfade dan dozgerê komarî.
Piştî îfadewergirtina wan, dozgerê komarî, bi daxwaza girtina wan ew sewqî dadgeha sulh ceza kirin.
Dozger di nivîsa xwe ya derbarê sedema biryara girtina hevserokên HDPê yên berê de gotiye, li ser bûyerên 6-8ê Cotmehê lêpirsîn dihat birêvebirin û hatiye gotin ku di serî de li bajarên Bakûrê Kurdistanê, di 32 bajaran, rê hatine girtin bi bikaranîna molotof, çek û dar û beran, ziyan bi avahî, seyare û derdorê hatiye gihandin û gelek kesan di wan bûyeran de canê xwe ji dest dane.
Herwiha hatiye gotin ku gumana pêkanîna wan sûcan bi destê ‘tawanbaran’ gelek bihêz e û ji ber vê yekê daxwaz girtina Demîrtaş û Yuksekdagê hatiye kirin.
Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, li ser rewşa Selahattîn Demîrtaş, îro aşkere kiribû ku ji bo azadkirina wî serî li dadgehê hatiye dayîn.
Lêbelê wî parlamenterê CHPê li ser hesaba xwe ya Twîtterê aşkere kiribû, Dozgeriya Enqerê, ji bo ku rê li ber azadbûna Demîrtaş bê girtin lêpirsîneke din derbarê wî de daye destpêkirin û daxwaza girtina wî ji wê dosyayê jî kiriye.
Sezgîn Tanrikulu herwiha bang li Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhemît Gul jî kiribû û gotibû, “Piştî biryara azadkirinê ji doza ku li ser dihat darizandin, daxwaza girtina wî li ser dosyayeke din, zordariyeke ku ji hiqûqa ceza ya dijmin wê de tir e. Ez bang li we dikim bo berpirsyariyê; Lîjneya Dozger û Dadgeran kom bikin. Eger na ev berpirsyarî ya we ye."
Yek ji parêzerên Demîrtaş, Benan Molu jî bertek nîşanî biryara dozgeriyê dabû û gotibû, “2 roj piştî rûniştina li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, ji bo ku Demîrtaş negihije azadiya xwe lîstikên nû tên lîstîn.”
Herwiha ji parêzerekî din ê Demîrtaş Ramazan Demîr jî diyar kiribû ku li ser wê tohmeta ku Selahattîn Demîrtaş li ser hatibû girtin, dadgehkirin û berdan, hewl tên dayîn careke din li ser heman tohmetê Demîrtaş bê girtin.
Roja 2ê Îlonê Dadgeha 19an a Cezayên Giran a Enqerê ji dosyeya sereke ku Demîrtaş di wê dosyayê de, bi ‘birêvebirina rêxistina terorê’ û ‘bangeşeya ji bo rêxistina terorê’ dihat tohmetbarkirin, biryara azadkirina Demîrtaş dabû.
Biryara azadkirina Hevserokê berê yê HDPê bi yekdengî hatibû dayîn. Lêbelê ji ber ku ji dosyayeke din, ji aliyê 26mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve li Demîrtaş 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn, ew nehatibû berdan.
Piştî vê biryarê, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê roja 3ê Îlonê li dijî biryara berdana Demirtaş îtîraz tomar kiribû, lê roja Duşemî 10ê Îlonê Dadgeha 20an a Cezayên Giran a Enqerê, îtîraza Serdozgeriya Komarî ya Enqerê ya li dijî biryara berdana Demirtaş red kir.
Dadgehê ragihand, ku biryara berdana Demirtaş li gor yasayê hatiye dayîn.
Hevserokê berê yê HDPê, Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a bajarê Edirneyê girtî ye.
Li aliyê din roja Çarşemê, 18ê Îlonê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, derbarê keysa taybet bi hevserokê berê yê HDPê, Selahattin Demirtaş de civiya.
Dadgehê piştî ku guh li parastina parêzerên Demirtaş û hikûmeta Tirkiyê girt, dawî bi rûniştina xwe anî û ti biryarek derbarê vê kêysê de neda.
Parêzereke Demirtaş, Benan Molu jî derbarê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de li ser Twîttera xwe ragihandibû ku di dozên wek wê de dayîna biryarê 6-9 mehan ajotiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse