STENBOL - Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî tê lidarxistin

21-06-2025
RÛDAW
Nîşan Civîna Konseya Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî Stenbol Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 51emîn Civîna Konseya Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî li Navenda Kongre û Pêşangehan a Navneteweyî ya Lutfî Kirdar a Stenbolê dest pê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di destpêka civînê de gotar pêşkêş kirin.

Di çarçoveya civînê de Recep Tayyîp Erdogan dê bi Serokwezîrê Qeterê Muhammed bin Abdurrahman El Sanî, Nûnerê Bilind ê Hevpeymaniya Şaristaniyan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Miguel Moratinos, Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkariya ji bo Penaberên Filistînî yê NYyê (UNRWA) Philippe Lazzarini, Fermandarê Hêzên Bejahî yên Pakistanê Syed Asim Munîr, Alîkarê Serokwezîrê Pakistanê Muhammed Îshak Dar, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re hevdîtinan pêk bîne.

Beşdarî û rojeva civînê

Civîn di serdemeke krîtîk de ku aloziya şerê Îran û Îsraîlê derketiye holê tê lidarxistin.

Zêdetirî 40 wezîrên karên derve yên welatên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî beşdarî civînê bûne û ev yek wekî beşdariyeke rekor tê dîtin.

Tê payîn ku di civînê de derbarê şerê Îsraîlê yên li ser Îranê rûniştineke taybet bê lidarxistin.

Rewşa dawî ya li Xezzeyê, hewlên jinûveavakirina jêrxanê, gavên ji bo çareseriya du dewletî û zêdekirina hevkariyê ji bo pirsgirêkên ku bandorê li civaka Misilman dikin rojevên sereke yên civînê ne.

Tirkiye serokatiyê rêxistinê werdigire

Tirkiye di vê civînê de ji bo salekê serokatiya demkî ya Konseya Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî ji Wezîrê Derve yê Kamerûnê Lejeune Mbella Mbella werdigire.

Rêxistina Hevkariya Îslamî ku berê wekî Rêxistina Konferansa Îslamî dihat nasîn, di 25ê Îlona 1969an li Rabatê wekî bertekek li hemberî şewitandina Mescîda Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat hatibû damezirandin.

Tirkiye yek ji 25 endamên damezrîner ê rêxistinê ye û niha 57 endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî hene û piştî Neteweyên Yekbûyî (NY) duyemîn rêxistina siyasî ya nav-hikûmetî ya herî mezin e.

Rûsya, Bosna-Hersek, Tayland û Komara Afrîkaya Navîn û Komara Tirkî ya Qibrisa Bakur (KKTC), jî di nav di Rêxistina Hevkariya Îslamî de xwedî statuya welatê çavdêr in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst