Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê li Îzmîrê civînek li dar xist.
Civîn li salona Nûnertiya DENGê ya Îzmîrê hat lidarxistin û ji bilî endamên PSK û PWKyê, çend siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî beşdar bûn.
Piştî axaftina xêrhatinê ya Endamê Desteya Rêvebiriya Navendî (MYK) ya PSKyê Nevzat Teker, ji bo şehîdên Kurdistanê xulekek rêz hat girtin.
Lêkolîner û nivîskar Mustafa Borak û mamosteya zimanê Kurdî Janya Acar wekî axaftvan beşdarî civînê bûn û moderatoriya wê jî ji aliyê Nevzat Teker ve hat kirin.
"Zimanê Kurdî divê bibe xwedî statu"
Nevzat Teker piştî axaftineke kurt a li ser wate û girîngiya rojê, axaftvanên semînerê bi kurtî dan nasandin.
Axaftvanan di axaftinên xwe yên bi Kurdî de bal kişand ser van xalên girîng:
- Girîngiya 21ê Sibatê ji bo Kurdan.
- Tevî polîtîkayên dewletê yên red, înkar û asîmîlasyonê, gelê Kurd bi parastina zimanê xwe gihiştiye roja îro.
- Zimanê Kurdî li gorî peyman û rêkeftinên navneteweyî mafê herî rewa ye û divê bibe xwedî statu.
- Agahiyên berfireh ên li ser dewlemendiya zimanê Kurdî û zaravayên wî.
Piştî pirs û nêrînên beşdaran, civîn bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse