Navenda Lêkolînên Rawestê û Enstîtuya ÎstanPolê encamên lêkolîna xwe eşkere kirin/Wêne: Omer Sonmez /Rûdaw
Stenbol (Rûdaw) - Li gorî rapisriya Navenda Lêkolînan a Rawestê û Enstîtuya ÎstanPolê ji sedê 88ê alîgirên DEM Partiyê piştgiriyê didin pêvajoyê aştiyê.
Her wiha bi giştî ji sedî 64,4ê beşdaran piştgiriyê didin pêvajoyê.
Navenda Lêkolînan a Rawestê û Enstîtuya ÎstanPolê encamên lêkolîna xwe ya bi navê "Serdema Nû di Meseleya Kurdan de: Helwest, Ra û Têgihiştinên Civaka Tirkiyeyê" eşkere kirin.
Nûnerên partiyên siyasî ên CHP û DEM Partiyê, akademîsyen, rojnameger û nûnerên saziyên ramanî û civaka sivîl di civînê de amade bûn.
Lêkolîn di navbera 3 û 13ê Gulanê de, li 21 bajar û 56 navçeyan hat kirin.
Bi 2 hezar û 10 kesan re bi teknîka CATI bi rêya telefon û kompîtirê hate kirin.
Ji sedî 70ê beşdarên rapirsiyê Tirk, ji sedî 21ê wan Kurd, ji sedî 3yê wan Ereb in.
Encamên lêkolînê bi vî rengî ne:
- Ji sedî 64,4ê beşdaran piştgiriyê didin pêvajoyê
- Ji sedî 22,5ê beşdaran piştgiriyê nadin pêvajoyê
- Ji sedî 13,2 notr in
- Ji meha Çiriya Pêşîn ve piştgirî her ku diçe zêde dibe
- Herî zêde dengdêrên DEM Partiyê bi rêjeya ji sedî 88 piştgiriyê didin pêvajoyê
- Dengdêrên ÎYÎ Partiyê ji sedî 58 li dijî pêvajoyê ne
- Ji sedî 34ê dengdêrên CHPyê li dijî pêvajoyê ne
- Ji sedî 60ê beşdaran dewamkirina pêvajoyê baş dibînin
- Demîrtaş bi pêvajoyê re wekeveh tê dîtin. Ji loma jî azadiya wî ji bo pêvajoyê wekî pêngaveke berbiçav tê dîtin
#WÊNE - Rawest encamên lêkolîna xwe ya bi navê "Serdema Nû di Meseleya Kurdan de: Helwest, Ra û Têgihiştinên Civaka Tirkiyeyê" eşkere dike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 23, 2025
📸 Omer Sonmez-Rûdaw pic.twitter.com/fPkrPq6Ga5
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse