Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtiba Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê biryar da ku 1ê Kanûna Pêşîn bicive.
Di civînê de dê nêrînên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û girtînameyên hevdîtinê werin xwendin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi rojeva hevdîtina bi Ocalan re biryar da ku 1ê Kanûna Pêşîn bicive.
Li gorî nûçeya MAyê, di civînê de girtînameyên ku nêrînên Ocalan tê de cih digirin dê bi endamên din ên komîsyonê re bên parvekirin.
Civîn hatibû bipaşxistin
Civîna komîsyonê ya ku li Parlamentoyê bi armanca Pêvajoya Çareseriyê hatibû avakirin û dihat plankirin roja çarşemê were lidarxistin, hat paşxistin.
Dihat çaverêkirin ku komîsyon bicive da ku şandeya ku çûbû Girava Îmraliyê hûrgiliyên hevdîtinê parve bike û zanyariyan bide endaman.
Li gorî zanyariyan, ji ber bernameyên cuda yên Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û endamên komîsyonê civîn hatiye paşxistin.
Endama Komîsyonê û Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Koçyîgît Kiliçê ji Rûdawê re axivî û got ku ji ber qerebalixiya bernameyê civîna komîsyonê ya ku dihat çaverêkirin sibe were kirin, hatiye paşxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse