Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 demjimêran de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 72 kesên din bi vîrusa Coronayê canê xwe ji dest dane.
Li gorî amarên dawiyê yên ku Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca belav kirine, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di rojekê de 2,319 kesên din bi Coronayê ketine û 72 kesan canê xwe jidest dane.
Herwiha li gor amarên hatine belavkirin di nava 24 demjimêran 1,581 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.
Li gel dawîn amaran heta niha li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 370,832 kes bi Coronayê ketine û ji wê hejmarê jî 10,099 kesan canê xwe ji dest dane û 320,762 kes jî baş bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse