Tayîp Temel: Em li bendê ne Îlham Ehmed were Tirkiyeyê

29-11-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Tayîp Temel Îlham Ehmed DEM Partî Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku ew li bendê ne Îlham Ehmed 6-7ê Kanûna Pêşîn biçe Tirkiyeyê.

DEM Partî di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de 6-7ê Kanûna Pêşîn li Stenbolê “Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” li dar dixe.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel derbarê konferansê ji Nûçegihanê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak re axivî.

Temel diyar kir ku wan Hevseroka Daîreya Pêywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî vexwendiye vê konferansê û got:

“Me ji Birêz Îlham Ehmedê re vexwendname şand.

Ji bo ku ew karibe tevlî vê konferansa aştiyê bibe em di nava hewldanên burokratîk de ne.

Em bi rayedarên dewletê re diaxivin.

Em bawer dikin ku dê ev hevdîtinên me bi erênî encam bidin û hêvî dikin ku dê Birêz Ehmed karibe were Tirkiyeyê û di vê konferansê de amade be.”

Ji Herêma Kurdistanê jî rayedar beşdar dibin

Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîrê bi bîr xist û destnîşan kir ku ew dixwazin ji Herêma Kurdistanê jî di asta herî jor de mêvan tevlî konferansa Stenbolê bibin.

Temel da zanîn ku ew dê ji birêvebiriya Herêma Kurdistanê, ji asta herî jor a PDK û YNKyê re jî vexwendnameyan bişînin û anî ziman:

“Em girîngiyeke pir mezin didin vê konferansê.

Ji ber vê yekê ji bo ku di asta herî jor de beşdarî çêbibe, çi ji destê me were em dê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst