Alîkarê Erdogan: Em dê pêvajoyê bi ser bixin

30-12-2025
RÛDAW
Nîşan Cevdet Yilmaz Çewlîg Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ragihand ku pêngava herî girîng a hikûmetê pêvajoya çareseriyê ye û tekez kir ku ew dê vê pêvajoyê bi ser bixin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, îro li li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî civîna şêwirê ya AK Partiyê bû.

Cevdet Yilmaz li wê civînê bal kişand ser qonaxa nû ya pêvajoya çareseriyê û ew wekî mijara sereke ya rojeva hikûmeta AK Partiyê pênase kir.

Cevdet Yilmaz destnîşan kir ku AK Partî li navxwe û derveyî welat siyaseteke rast dimeşîne û got:

"Yek ji mijarên herîn girîng ên rojeva me, avakirina Tirkiyeya bêyî teror e.

Serokkomarê me daxwaza xurtkirina eniya navxweyî kir, ji ber ku hinek alî hene dixwazin vê herêmê dabeş bikin û lawaz bikin.

Em li dijî wan, yekîtiya xwe ya neteweyî xurt dikin da ku nekevin xefikan."

“Bahçelî pêngaveke wêrek avêt"

Yilmaz di axaftina xwe de pesna helwesta Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya derbarê pêvajoyê da û got:

"Birêz Devlet Bahçelî destpêşxeriye dîrokî kir û pêngaveke wêrek avêt.

Ez bawer dikim ku ev pêvajo dê bi serkeftî bi dawî bibe. Em dê bi hev re keşûhewayekî ava bikin ku siya çekan lê nebe, qada siyasetê lê fireh be û welatê me di nav siyaseta demokratîk de bi pêş bikeve."

"Hinek alî dixwazin pêvajoyê têk bidin"

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya pêvajoyê û diyar kir ku ev kar ne hêsan e û hinek alî dixwazin bi zanyariyên şaş pêvajoyê têk bidin.

Yilmaz kuştina 3 polîsên li Yalovayê ya ji aliyê endamên DAIŞê ve bi van hewldanan ve girê da û got:

"Ma em dikarin bibêjin ev pêkhate ji ber xwe ve derketine? Yên ku hesabên wan li ser welat û herêma me hene, van rêxistinên terorê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin."

Zêdetirî salekê ye ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan dest pê kiriye.

Di vê çarçoveyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê Komîsyonek hatiye avakirin û xebatên xwe didomîne.

Tê gotin ku Komîsyon dê hefteya yekem a sala nû dest bi amadehiya raporeke hevbeş bike ku pêngavên yasayî û hiqûqî yên pêvajoyê li xwe digire.

"Ev êdî bûye polîtîkayeke dewletê"

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz her wiha got, "Ez spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî dikim.

Bêyî ku hesabên siyasî bike ku ev gelekî girîng e, bêyî ku bibêje di hilbijartinan de dê çi bibe û çi nebe, ji bo paşeroja welat û milet, gavên ku qaliban dişkînin avêtin.

 

Di wê pêvajoya ku em jê re dibêjin Tirkiyeya bêyî teror' de, însiyatîfên gelekî girîng nîşan dan.

Ev yek êdî bûye polîtîkayeke dewletê. Bi îzna Xwedê, em dê yekîtî û biratiya xwe bigihînin astên pir bilindtir.

Em dê sedsala Tirkiyeyê bi vî awayî ava bikin. Em dê vê yekê bi ser bixin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst