MHP: Em dê 2026an xebatên pêvajoyê bi seferberiyeke neteweyî bidomînin

6 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Semîh Yalçin MHP Pêvajoa Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Semîh Yalçin ragihand ku ew dê sala 2026an jî xebatên xwe yên ji bo pêvajoya çareseriyê bi "seferberiyeke neteweyî" bidomînin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Semîh Yalçin, îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Semîh Yalçin di nivîsa xwe de pêvajoya çareseriyê û rûdanên dawî yên li Tirkiye û herêmê nirxandin û diyar kir ku armanca Hevpeymaniya Cumhur avakirina aştî û aramiyê ye.

"Xebatên li Parlamentoyê berdewam dikin"

Semîh Yalçin derbarê pêngavên yasayî yên Pêvajoya Çareseriyê bal kişand ser xebatên li Parlamentoyê û got:

"Li Parlamentoyê bêyî ku tawîz ji sîstema unîter û prensîba dewleta neteweyî bê dayîn, xebatên ji bo hinek sererastkirinên yasayî berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, ji bo yekparçeyiya welat entegrekirina kesên ku ti sûc nekirine, gelekî girîng e.”

"Seferberiya neteweyî"

Alîkarê Serokê MHPyê tekez kir ku ew dê rê li ber kampanyayên reşkirin û têkdanê yên li dijî pêvajoyê bigirin û wiha pê de çû:

"Em dê hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna Tirkiyeya bêteror ên sala 2026an jî di asta seferberiyeke neteweyî de berdewam bikin.

Em dê têkoşîna xwe ya li dijî mixalefeta têkder jî bi biryardarî bimeşînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst