Erdogan ji bo Idlibê gefa bikaranîna hêzê dixwe

31-01-2020
RÛDAW
Recep Tayyîp Erdogan
Recep Tayyîp Erdogan
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Idlib Sûriye Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefên bikaranîna hêzê li dijî hikûmeta Sûriyê xwarin û got ku ew rê nadin xwîna xelkê Sûriyê were rijandin.

Erdogan di gotarekê de aşkere kir, ku hikûmeta Sûriyê bi koçberkirina xelkê Sûriyê, dibe gef li ser Tirkiyê, ji ber ku ew koçber berê xwe didin wî welatî.

Erdogan tekez kir, ku teke çareserî ji bo xelkê Sûriyê proseya siyasî ye.

Erdogan Rûsiya jî tometbar kir û got, ku bi piştgiriya Rûsiya ji hikûmeta Sûriyê re, tewanên şer li dijî xelkê wî welatî pêk tîne, û ew di derbarê gefên li ser sînorê xwe de, bê deng namînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst