Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Rûsyayê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwest ku bi "zûtirîn dem" zanyariyên hûrgilî derbarê cih û rewşa tenduristiya Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro de eşkere bike.
Ev daxwaza Moskowê piştî wê yekê tê ku Washingtonê ragihand ku Maduro li Caracasê hatiye desteserkirin û ji bo derveyî welat hatiye veguhastin.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de amaje pê kir ku mafê civaka navneteweyî ye zanibe serokê welatekî xwedî serwerî ber bi kû ve hatiye veguhastin.
Moskowê ev gava Amerîkayê wekî "karê çetegeriya navneteweyî" bi nav kir û ragihand ku veşartina cihê Maduro gumanên li ser silametiya canê wî zêdetir dike.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê got, "Pêwîst e Washington yekser eşkere bike ka Nicolas Maduro û hevjîna wî li kû ne. Her cure bêdengiya di vê mijarê de binpêkirina eşkere ya mafên mirovan û yasayên navneteweyî ye."
Rûsya dibêje ku ev desteserkirin ti bingeheke wê ya yasayî nîne û tenê "destdirêjiya leşkerî" ya Amerîkayê ye.
Ev aloziya dîplomatîk piştî wê yekê derket ku Donald Trump ragihand ku hêzên welatê wî di operasyoneke berfireh de Maduro desteserkiriye û ji Venezuelayê derxistine.
Trump operasyon wekî "awarte" bi nav kir lê heta niha cihê desteserkirina Maduro eşkere nekiriye û tenê amaje pê kiriye ku "di bin kontrola Amerîkayê de ye."
Alîkarê Serokê Venezuelayê Delcy Rodriguezê jî heman daxwaz ji Washingtonê kir û daxwaza "belgeya zindîbûna" serokê welatê xwe kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse