UNICEF: Li Ukraynayê hejmara kuştî û birîndarên zarok 3 qatan zêde bûye

04-07-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan UNICEF Şerê Rûsya û Ukraynayê Rewşa Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di raporeke nû de hişyariyê dide ku di 3 mehên borî de kuştin û birîndarkirina zarokan li Ukraynayê 3 qatan zêde bûye.

Saziya Neteweyên Yekbûyî di raporekê de amarên nû belav kirin.

Li gorî raporê, di vê demê de 222 zarok û ciwan bûne qurbanî.

UNICEF her wiha amaje bi metirsiyeke nû dike ku zarok bi rêya înternetê ji bo çalakiyên leşkerî tên bikaranîn.

UNICEFê ragihand ku hejmara zarok û ciwanên Ukraynayî yên ku di şer de hatine kuştin an jî birîndar bûne, di 3 mehên dawî de li gorî 3 mehên beriya wê 3 qatan zêde bûye.

Birêvebira UNICEFê ya Ewropa û Asyaya Navîn Regina De Dominicsê got, “Li Ukraynayê ji bo zarokan ti bêhnvedana şer nîne.”

Li gorî raporê, tenê di Nîsana 2025an de 97 zarok hatine “kuştin yan jî seqetkirin.”

UNICEFê piştrast kir ku ev amar, ji Hezîrana 2022yan ve hejmara herî bilind a qurbaniyên zarok e ku di nava mehekê de hatiye tomarkirin.

Regina De Dominicsê amaje bi dijwarbûna êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê kir û got:

“Rewş ji bo zarokan gelekî metirsîdar e, ji ber ku êrişên tund ne tenê jiyanê belkî hemû aliyên zaroktiyê jî tune dikin.”

UNICEF: Şerê modern zarokan dike armanc

UNICEF di rapora xwe de behsa “şerê modern” dike û  diyar dike ku şêwazên nû yên birêvebirina şer bi amûrên serdemî yên wekî înternetê, “metirsiyên nû” ji bo zarokan çêkirine.

Li gorî raporê, bi bandora înternetê zarok ji bo pêkanîna êrişan li ser navendên leşkerî yan jî ji bo bidestxistina zanyariyan tên bikaranîn.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji ber van kiryaran, herî kêm du zarok hatine kuştin û yekî din jî birîndar bûye.

Rapor her wiha diyar dike ku 91 kur û 12 keç heta niha ji ber van tawanan girtîne û 42 zarok jî hatine cezakirin.

Hevkariya ji bo parastina zarokan

UNICEFê daye zanîn ku ew ji ber vê rewşê li gel Hikûmeta Ukraynayê kar dike da ku sîstema dadweriya zarokan were bihêzkirin û zarok bên parastin.

Ev hevkarî ji bo wê yekê ye ku li şûna zindanîkirinê rêyên alternatîv ji bo zarokan bên dîtin.

UNICEFê tekezî li ser wê yekê jî kir ku wêrankirina jêrxaneya sivîl rasterast bandoreke neyînî li zarokan dike.

Di dawiyê de UNICEFê bang li hemû aliyan kir ku şer bi dawî bikin û tekezî li ser pêwîstiya xelkê ya bi alîkariyên mirovî yên wekî piştevaniya darayî, av, xwarin û dermankirina derûnî ya ji bo zarokan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst